ŞIRNEX - Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, jin bi coşek mezin ber bi qada mîtinga 8'ê Adarê ve diherikin. Jin, bi cil, pankart û daxwazên xwe diherikin qada mîtîngê û qada mîtinga 8'ê Adarê dixemilînin. Mîtîng dê bi axaftinan dest pê bike.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi sedan jin ji bo tev li mîtinga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibin, bi cil û bergên xwe, pankart û dowîzên xwe û bi dirûşmeyan ber bi qada mîtîngê ve diherin. Mîtînga ku di pêşengiya Tevgêra Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Sîlopî hat organîzekirin, dê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê bike. Mîtînga ku li qada Parka Newrozê bi dirûşmeya "Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" bê li dar xistin bi rengên xemrî û spî hatin xemilandin. Li qada mîtingê pankartên “Em berxwedanê bi rexîstin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” û “ 8'ê Adarê pîroz be” vekirin.
Bi sedan jin ji Şirnex, Hezex, Taxên Sîlopî, Cizîrê berê xwe dan Qada mîtîngê. Jinên ku berê xwe dan qada mîtîngê cilên xwe yên herêma Botanê yên rengîn li xwe kirin û kolan neqişandin. Jinên ji derve hatin sîlopî, di ketina navçeya Sîlopî de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û di lêgerina GBT'ê de derbas bûn. Jinên ku nokteyên polîsan derbas kirin dikevin qada mitingê. Jinên ku piştî lêgerinan derbasî qadê bûn, bi tilîlî, dirûşme û coşek mezin ketin qadê. Jinên li qada mîtîngê kom bûne, li ber stranan govendê digerînin.
Li qada mîtingê bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Efoya îstîsmara zarokan nabe" berz dikin. Jinên ku qadê bi dirûşmeyan dihejînin, piştî hevseroka KCD'ê Leyla Guven û heyeta pêre hatin qadê coş bêtir zêdetir bû.
Mîtîng dê bi axaftinan dest pê bike.