STENBOL - Taksîm ku di çaçroveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Meşa Şevê ya Femînîst lê bê kirin, bi bariyeran hat dorpêçkirin.
Li Stenbolê jin, ji bo 18'emîn Meşa Şevê ya Femînîst ku îsal bê kirin, saet 19.00'an de li Navenda Çandê ya Fransiz a li Beyoglûyê bên gel hev û daxwazên xwe bînin ziman. Beriya çalakiyê Qada Taksîmê û derdora wê bi bariyerên hesin hat dorpêçkirin. Şaxa Kontrolkirina Trafîqê ya Stenbolê jî di çarçoveya 8'ê Adarê de li navçeya Beyoglûyê rêyên ku saet ji 15.0'an heta bi dawîbûna tevdîran bên girtin ragihand.