AMED - Dayika Demîr, Xeyriya Demîr, bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan û got: "Mafê kesekê tune hovîtiyê li cenazeyan bikin. Dewlet 40 salin zilmê li me dike. Îşkenceyê li cenaze dike. Em bang li hemû malbatan dikin ku xwedî li cenazeyên xwe derkevin û biçin serî li saziyên tipa edlî bidin û bi şopa cenazeyên zarokên xwe bikevin."
Malbata Demîr, piştî di sala 1983’yan de gundê wan ê Fîsê hat şewitandin, koçî Edeneyê kirin. 17 sal şûnde malbat hatin Amedê û li navçeya Rezanê bicih bûn. Kurê malbata Demîr Tekîn Demîr (Serxwebûn) di sala 1992 ‘an de tevlî PKK’ê bû. Di sala 1993’an de jiyana xwe ji dest da. Malbatê hêj cenaze negirtiye û nizane li ku ye. Kurê malbata Demîr Cengîz Demîr jî di Nîsana 1999’an de tevlî PKK’ê bû. Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di cotmeha 1999'an de agirbesta yek alî îlan kir, Demîr di vekişînê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîr li Goristana Xerzanê hat definkirin. Piştî salên 2000'an bav Resûl Demîr bi giştî 9 sal, keça malbatê Berçem Demîr 10 sal, kurê malbatê Dînar Demîr 2 salan girtî man û hatin berdan. Kurê wan Abdullah Demîr jî 25 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê dimîne.
‘ÇIMA HÛN LI DÛ HESTIYAN DIGERIN? HÛN Ê ÇI BIKIN JI HESTIYAN BIKIN?’
Malbata Demîr, piştî ji çapemeniyê agahdar bû ku cenazeyê kurê wan Cengîz Demîr di 19’ê Kanûna 2017’an de ligel 267 cenazeyan ji Goristana Xerzanê derxistine û birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, di havîna 2019’an de ji bo cenazeyî wergirtinê serî li MEBYA-DER û dozgeriya Amedê dan. Wê demê dozger nerazîbûn nîşan dabû û gotibû ‘Hestî ye, hûn ê çi lê bikin? çima hûn li dû digerin?’ Malbat piştre çûn Bedlîsê ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Testan DNA’yê di Çileya 2020’an de diyar bû. Dûre malbat ji bo cenazeyî wergirtinê çûn Stenbolê û 28’ê Sibatê cenaze wergirtin. Malbatê dema cenaze wergirtin dîtin ku hestiyên tevan di qabên plastîk de ne, hinek ji wan şikestine û hinek jî av ketine. Malbatê piştî hestiyên Cengîz girtin, di 29’ê Sibatê de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê definkirin. Malbatê diyar kir ku di vecibeyên olî de eskeran ji mele re gotiye "Divê tu van kesan neşo’. Li ser vê gotinê mele bi tirsa ku wî ji kar bigirin cenaze neşuşt. Malbatê piştre bang li meleyên sivîl kirin û vecîbeyên olî pêk tînin û cenaze tê definkirin.
‘EV WEHŞET LI TU DERA CÎHANÊ NÎNE’
Dayika Demîr, Xeyriya Demîr derbarê cenazeyê kurê xwe yê ku eskeran bi fermana dozgeriyê ji Goristana Xerzanê derxistin axivî. Demîr diyar kir ku ev pêvajoya cenazeyî ya ku hatî jiyîn wehşete û wiha got: “Ev wehşete di tu derê cîhanê de çênebûye. Mafê kesekê nîne ku vê wehşetê bi serê cenazeyan bîne. Ev heqaret e. Ji berê de were dewlet dijminiya kurdan dike, dikuje. Ev 40 sal e zilm, zordarî û heqaret li me tê kirin. Zarokên min yên ku çûne jî ji ber zilm û zordariyê çûn.”
‘BI KÊFXWEŞ IM KU GOREKE LAWÊ MIN HEYE’
Demîr, bang kir ku malbatên cenazeyên wan ji Goristana Xerzanê hatî derxistin ku biçin serlêdan bikin û wiha domand: “Banga min li hemû malbata heye ku biçin ji bo wergirtina cenazeyan serî lê bidin. Bila cenazeyên xwe hestiyên xwe ji wê derê derxînin. Cenazeyên xwe newergirin dê biavêjin çopî. Tu rehm û wicdan tune di serê wan de. Em çûn cenazeyê xwe anî, bi kêfxweş im ku niha goreke lawê min heye. Riya zarokên min riya rast e. Heta mirinê jî ez ê li pey wan bim. Ez nemirim cenazeyê zarokê min yê din jî li ku be ez ê bînim. Heke min anî wê dilê min rehet be.”
ÇI QEWIMÎ BIBÛ
Di 19'ê Kanûna 2017'an de li Goristana Xerzanê ya Gundê Oleka Jor ya Bedlîsê, 267 cenazeyên PKK'iyan hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Berê 16 cenaze teslîmî malbatan hatibûn kirin. 28’ê Sibate jî piştî encamên DNA'yê diyar bûn du cenazeyên din jî teslîmî malbatan kirin. Malbata Demîr 800 roj şûnde cenazeyê xwe wergirtin û birin gundê xwe. Malbata Cengîz Demîr (Samî) ê di 1999'an de tev li PKK'ê bû û piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Cotmeha 1999'an de agirbesta yek alî ragihandin jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî ji Stenbolê anîn Amedê û li Gundê Fîsê yê Lîcê defin kirin.
MA / Arjin Dilek Öncel - Fahrettin Kılıç