NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bajar bi bajar xwe ji bo 8'ê Adarê amede kirin, bi çalakî û bernameyên li dar xistin, bang li hemû jinan kirin ku bi coş, tilîlî û kincên xwe yên rengîn beşdarî mîtîngan bibin.
Jinên ku bajar bi bajar xwe ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amede kirin, bi çalakî û bernameyên xwe yên li Îzmîr, Şirnex, Riha, Semsûr û Meletiyê li dar xistin, bang li jinan klirin ku bi coş, tilîlî û kincên xwe yên rengîn beşdarî mîtîng û şahiyan bibin.
ÎZMÎR
Komîsyona Jinê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Kizaroglû, daxuyanî da û wiha got: “Tundiya li dijî jinê dewam dike. Li gorî çeteleya ‘Bîanetê’ zilaman di sala 2019’an de herî kêm 328 jin û 15 zarok qetilkirin, destdirêjiya 51 jinan kirin, karê fihûşê ferzî 712 jinan kirin, 232 jin tacîz kirin û îstîsmarê 279 zarokan kirin.”
Kîzaroglû, da zanîn ku piştî şerê li Sûriyeyê dest pê kir û şûnde li Rojhilata Navîn bi mîlyonan jin bûn qûrbaniyên şer û wiha axivî: “Bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û rastî destdirêjiyê hatin. Hîna jî aqûbeta gelek jin û zarokan nayê zanînin.” Kîrazoglû, rewşa jinên penaber jî nirxand û wiha rêz kir: “Tundiyê li dijî jinê tim dewam dike. Darizandinên heyî pêşiya tundî û tûjiya jinê nagirin. Pergala ku hîna jî zilam diparêze heye. Ev pergal nikare ku jinan biparêze.” Kîrazoglû, balkişan ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî girtiyên jin pêk tên û wiha bi dawî kir: “Di girtîgehan de, jinên girtî, rastî tundî û tacîzên rayedarên girtîgehan tên. Em weke jin, di her qadên civakî de, daxwaza jiyaneke wekhev, adîlane û azad dikin.”
Piştî axaftina Kîrazoglû, civîna çapemeniyê bi dawî bû.
ŞIRNEX
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî, qerenfîl li jinan belav kirin û jin vexwendin mîtînga sibe ya li qada Newrozê bê lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredara Sîlopî Adalet Fîdan û gelek aktivîstên TJA’yê beşdarî bernameya belavkirina qerenfîlan bûn.
Aktivîstên TJA’yê, diyar kirin ku amadekariyên mîtînga sibe li navçeyê bê lidarxistin bi dawî bûye û xwestin hemû jin bi coş, tilîlî û kincên xwe yên rengîn beşdarî mîtîngê bibin.
RIHA
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê bi minasebeta 8'ê Adarê li salona Konferansê ya Çamlica Şehîtlîkê şahiyek li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, hevseroka HDP’ê ya bajêr Emîne Çetîner û aktîvîstên TJA'yê tevlî şahiyê bûn. Her wiha ji navçeyan jî gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn. Di salonê de pankartên “Jin berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" û "Jin jiyan azadî” hatin daliqandin.
Emîne di destpêka axaftina xwe de roja jinan li hemû jinan pîroz kir û got: "Em ê bi rêxstinbûnê azadiya xwe bidest bixin. Partiya HDP'ê partiya jinê ye. Em ê di bin banê partiyê de xwe bi rêxistin bikin û ji bo mafê xwe serî rakin. Em bang li hemû jinan dikin ku rêxistinbûna xwe xurt bikin."
Parlamenter Ayşe, di şahiyê de axivî û bal kişand ser rêxistinbûn û têkoşîna jinê û wiha axivî: "Em ê li ser esasê wekheviya jinê xwe bi rêxistin bikin. Li hemberî êrîşên netewperest û zayendperest em ê hertim têbikoşin. Tê zanîn ku hikûmet di her kêliyê de êrîşê li nirxên me û destkeftiyên me dikin. Îktidara ku nizane çawa xwe li ser linga bihêle ji her çar parçeyan ve êrîşê Gelê Kurd dike. Bi hişmendiya qayûm û tecrîtê dixwazin di serî de vîna jinê û vîna Gelê Kurd desteser bikin. Her tim êrîşeke taybet li ser me tê meşandin. Partiya me partiya jinê ye. Em ê bi rêxistinbûnê bi ser kevin. Em ê tecrîtê bi rihê têkoşîna jinê bişkînin. Ez silavên xwe ji Îmraliyê re dişînim. B saya paradîgmaya Abdullah Ocalan me nirxên xwe bidestxist."
Piştî axaftinan hunermend Ozlem Gerçek derket ser dikê û stran gotin.
SEMSÛR
Jinên ku li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê kombûn jî, civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Bajêr Yeşîm Akgul di civînê de axivî û wiha got: "Roja 8'ê Adarê, di heman demê de ji bo jinan bûye roja têkoşîna aştiyê û daxwazên xwe anîna ser ziman."
MELETÎ
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Meletiyê jî, li Kolana Hunerê taştê da jinan. Gelek jin beşdarî bernameya taştê bûn. Di bernameyê de hat gotin ku ewê di têkoşîna xwe de bi israrbin û di qezenckirinê de biryar bin.
EDENE
Rêxistina HDP’ê Navçeya Ceyhanê, bi boneya 8’ê Adarê li Taxa Belediyevlerî şahiyek li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, endamên HDP’ê û endamên Partiya Gel a Komarê (CHP) beşdarî şahiyê bûn. Jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî şahiyê bûn û bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Di şahiyê de koma Şitlên Azad derket ser dikê û şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.
ÎSKENDERÛN
Platforma Jinê ya Îskenderûnê jî, bi boneya rojê meş li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Jinên ku li Bazara Bît a Berê hatin gelhev, pankarta “Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin. Jinên ku heya Parka Boyacilar meşiyan, bê navber dirûjmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî piştevaniya jinê” berz kirin.
Endama Platformê Feyrûz Gor, piştî meşê daxuyanî da û wiha got: “Emê tu carî xwe mehkûm nekin.”