AMED - Saziyên Sivîl ên Civakî, bertek nîşanî cezakirina Amedsporê dan ji bo piştevaniya qulûbê kampanyaya forman dan destpêkirin.
Nûnerên Saziyên DTSO, DÎSÎAD, GUNTÎAD û Baroya Amedê û gelek saziyên sivîl ên civakî ji bo piştgiriyê bidin Amedsporê li Tesîsên Şêxmûs Ozer ên Amedsporê daxuyanî dan çapemeniyê. Saziyan li vir kampanyaya firotina 212 hezar û 121 formayan dan destpêkirin. Saziyan li qadê pankarta "Em ê bi hevre serbikevin” daliqandin û şalen “Em bi te re ne” hatibû nivîsandin li rojnamevanan belav kirin. Ewil Serokê Amedsporê Metîn Kilavûz diyar kir ku hatina hemû saziyên sivîl rojeke dîrokiye û wiha got: "Ji ber cezadayînên tîma me DÎSÎAD û GUNTÎAD’ê heta dawiya Îlonê armanc dike ku 212 hezar û 121 formayan bifiroşe."
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî da zanîn ku bi tenêhiştina Amedspor neheqî tê kirin û ji bo piştevaniyê li wir in û got: “Ji ber sepanên bêhiqûqî yên Federasyon û Lijneya Ewlehiyê ya Bajêr em ê Komisyona Sporê ava bikin û li dijî cudatiyên li Amedsporê tên kirin têkoşîna hiqûqî bimeşînin.”
Serokê GUNTÎAD'ê Mehmet Dalkiran jî dazanîn ku piştevaniya wan a ji bo Amedsporê dê bi hilberîna forma bidome. Serokê DÎSÎAD’ê Bûrç Baysal jî xwest ji bo piştevaniya Amedsporê li Bakûr û Başûrê Kurdistan, li Ewropayê û gelek welatên cîhanê forman belav bikin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO’yê Sevîm Ûral jî, destnîşan kir ku ew Amedsporê tenê weke tîmeke futbolê nabînin û ji bo firotina formayan tişta ji destê wan bê dê bikin.
Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr yê Amedê Dogan Hatûn û Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Sîraç Keskîn, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, Nûnerê Heremê yê DÎSKÊ Mehmet Şîrîn Gurbuz, Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr û Serokê Lijneya Rêveberiya Borsaya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl jî piştgiriya xwe anîn ziman.
Piştî axaftinan lîstikvanên Amedsporê û nûneren Saziyên Sivîl ên Civakî bi hevre wêne kişandin û dirûşmeya “Amedspor em in" berz kirin.