ŞEHBA -Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê, xwest ku der barê Tirkiyeyê û hêzên girêdayî yên Efrîn dagir kirine de lêpirsîn bê vekirin. Rêveberiyê xwest NY sûcdarên şer darizînin û ceza bikin.
Endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Kampa Berxwedanê li kampê kom bûn û li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê Narîman Sîdo û Îsrafîl Mistefa daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
"Li Rojhilata Navîn krîz bi serkêşiya kampîtalîzmê bi hedefa guhartina binyada civakî, têkbirina çand û kevneşopiyên civakî rû dide ku civaka ji hêmanên xwe bi dûr bikeve. Ev hemû jî bi rêya alavên xwe, nexasim bi rêya sîstemên qewmî çi bi navê îslama tundraw dibe çi jî bi navê ilmanî ku du sedsal in aşa wê digere, pêk tîne. Bi taybet krîz li Sûriyê, dewletên derdor wê pêk tê. Di serê van dewletên faşîst, dewleta Tirk e ku piştevan û piştgiriya projeya Îxwan El-Mislimîn û komên tundraw li Sûriyê dike. Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî binpêkirinên kuştin, wêrankirin, dizîn, koçberkirin guhartina demografî pêk tînin. Bi destpêkirina êrişên li dijî Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an de dest bi projeya mêtîngerî ya bi hedefa guhartina mûzayika çand û mîrasa şarisatnî, kir.
Dest bi hedefgirtina yekser a sivîlan kir, sûcên şer pêk anî, weke komkujiya Mehmûdiyê ya 16.03.2018’an de û hwd. Di encamê de hejmara qurbaniyan gihîşt 12’an. Bi wê re jî girîngtirîn rêgezên qanûnên mirovî yên navdewletî bin pêk kirin. Lê berevajî wê sivîl, binesazî û xizmetguzarî yekser hedef girtin. Di encamê de zêdetirî 300 hezar sivîl koçberî herêmên Şehba bûn. Piştî wê jî kiryarên xwe yên talan, desteserkirina li ser mal û milkên şêniyan, revandina bi şantajkirina dayîna fîdyeyan û neçariya koçberiyê, temam kirin. Her wiha 6 hezar û 200 sivîl revandin, jê jî zêdetirî 300 ji wan hê jî çarenûsa wan ne diyar e, 553 sivîl jê jî jin û zarok hebûn û hin jî bi îşkenceyê kuştin.
Ne tenê li dijî zilaman sûc pêk hatin, lê belê dagirkeran sûcên wekî tecawiz, kuştin, berê wan dan xwekuştinê û bi darê zorê zewicandin li dijî jinan pêk anîn. Her wiha qirkirina etnîkî şêwaza siyaseta Erdogan û çeteyên wî bû. Dagirkeran Elewî, Êzidî û Dêra El-Raîy El-Salih hedef girtin, malbatên Kurd û şêniyên resen ên Efrînê ji malên wan derxistin û bi dehan malbatên çeteyan û malbatên Turkmen li şûna wan bi cih kirin.
Binpêkirinên dewleta Tirk li dijî dîroka herêmên dagirkirî pêk hatin mîna; Xweza, şûnwar û cihên dîrokî û çandî yên Efrînê ji hovîtî û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çetetên wê. Zêdetirî 200 hezar dar ku ji wan 300 darên bi temen, hatin qutkirin, 16 cihên dîrokî û 10 mezar hatin rûxandin û tiştên tê de hatin dizîn. Siyasetên nemirovî yên rûxandin û qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve ne tenê li Efrînê lê belê li herêmên Şehba û Şêrawa jî dewam dikin. Dewleta Tirk li dijî koçberên Efrînê yên li Şehba û Şêrawa hîna komkujiyan pêk tîne wekî komkujiya Til Rifet û komkujiya Aqîbê.
Ev binpêkirin û sûcên domdar, dikevin nava sûcên şer. Divê sûcdar li dadgeha cezayan a navdewletî bên dadgehkirin, ji ber ku ev kiryar peymanên Cinêvê ya 4`emîn a 1949`an û her du protokolên sala 1977`an her wiha sîstema Roma ya sereke ya dadgeha cezayan a navdewletî, binpê dike.
Siyaseta qirkirina etnîkî û guhertina demografî ku dewleta Tirk bi taybet li Efrînê û bi giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, dikevin asta sûcên şer ku li pêşiya çavên cîhanê li dijî gelên herêmê pêk tên. Em wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efîrnê, bang li Netewyên Yekbûyî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku serokomarê Tirkiyê û kesên girêdayî wî wek sûcdarên şer û yên çavdêriya hemû kiryarên nemirovî ku li Efînê hatin kirin û hîna berdewam dikin, şermezar bikin û wek sûcdar nîşan bidin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Na ji qirkirina etnîkî û guhertina demografî re" bi dawî bû.