AMED - Li gorî anketa "Lêkolîna Qadê ya Der barê Rewşa Aborî û Civakî ya Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê" Kurd ji sedî 63,2 li sînorê birçîbûnê ne, Jinên Kurd jî ji sedî 87,1 betal in.
Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk anketa "Lêkolîna Qadê ya Der barê Rewşa Aborî û Civakî ya Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê" amade kir. Li gorî vê annketê Kurd ji sedî 63,2 li sînorê birçîbûnê ne, Jinên Kurd jî ji sedî 87,1 betal in. Navenda lêkolînê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Bedlis, Şirnex, Îdir, Riha, Agirî, Çewlîk, Mûş, Colemêrg, Qers, Erdexan, Deresimê di meha mijdara 2019'da anket li dar xist. Di anketê de bi 6 hezar û 907 jinan re rû bi rû hevdîtin kirin. Li gorî anketê her bajarvanî pêş ket, hêjmara zarokan jî kêm bû. Li gorî lêkolînê zarok ji sedî 61,7 li gundan û ji sedî 38,3 jî li bajaran ji dayik dibin. Li gorî lêkolînê ji jinên tev li anketê bûn ji sedî 28,6'ê wan di navbera 0-1000 TL de, ji sedî 34,6'ê wan di navbera 1001-2000 TL de, ji sedî 24,4'ê wan di navbera 2001-3000 TL de, kar dikin.
Di nava koma jinên di nava anketê de cih girtin, ji sedî 88,4'ê wan xwendin û nivîsandina wan tune. Ev jî ji jinên karê malê dikin pêk tê. Ji sedî 5 nikarin kar bikin. Ji sedî 4,4 bê kar in. Jinên karê malê dikin jî bê heq kar dikin.