STENBOL - Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz ê li ser sînorê Edîrneyê çavdêriya penaberan kir, diyar kir ku li ber deriyê erdhejek civakî ne û wiha got: “Ev xeta erdheja civakî 9 sal berê şikest. Em niha li ber deriyê erdhejek civakî ya mezin in."
Li Idibê piştî 36 eskerên TSK'ê hatin kuştin, Tirkiye deriyê sînoran li penaberan vekir û berê bi deh hezaran penaberan dan ser sînorê Edîrne û yûnanîstanê. Di 28'ê Sibatê de Serokomar Erdogan got "Me Deriyê sînoran vekir" Li ser vê gotinê penaber bi kamyon û otobusan kişandin ser sînorê Pazarkule û Îpsala yên sînorê Edîrneyê. Bi deh hezaran penaber li ser sînor kom bûn û nêzî 100 hezar penaber jii derbasî Yûnanistanê bûn. Sekna hezaran penaberan a li ser sînor didome. Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku 137 hezar û 647 penaber derbasî Yûnanîstanê bûne. 6 penaber jî li ser sinor jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran penaberên li ser sînor dijîn rastî zor û zahmetiyên pir zêde tên. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê yê li ser sînor çavdêriyê dike Ercument Akdenîz, der barê rewşa penaberan de nerînên xwe parve kir.
‘ŞER DIKIN ENSTRUMANÊ ŞER
Akdenîz, anî ziman ku mijara penaberan her dem di navbera Tirkiye û Ewropa de bûye mijara rageşiyê û wiha got: "Tirkiye û Ewropa penaberan dikin mijara bazarê. Ne Tirkiye ne jî Yekitiya Ewropa nêzîkatiya mirovî nîşanî penaberan nade. Ewropa ji bo penaber neçin welatê wan li ber xwe dide. Tirkiye jî ji bo penaberan bişîne ser Ewropa gefan dixwe û dixwaze alîkariya maddî ji ewropa bixwaze. Li Sûriye şer heye. Tirkiye bi Sûriye re ango bi hêzên Rûsre şer dike ne diyar e. Dewletên din jî li dijî van geşedanên dawî dûr disekinin. Tirkiye penaber şandin ser sînor û her tişt berovajî kir. Bi penaberan dixwaze zextên liser Ewropa zêde bise. Penaberan dikin mijara bazara aborî."
Akdenîz, anî ziman derdê Tirkiye ewe ku çiqas pere ji Yekîtiya Ewropa qut bike û wiha axivî: "Ewropa diyar kir ku dê deriyê xwe li penaberan veneke. Yunanistan diyar kir ku rê li pêş pêla penaberan girtiye. Li ser sînorê Deriyê Pazarkule û Çemê Meriçê zêde penaber kom nebûne. Di sala 2016'an de jî penaber hatin herêmê. Wê demê bi hezaran mirov meşiyan ser sînor û sînor derbas kirine. Herî dawî dema em çûn Edîrneyê li ser rê kes tune bûn. Hin şaredariyên AKP’ê jî penaber bi maşîneyan şandin ser sînor. Li wir hêjmarek pir zêde tune bû. Nêzî 3-4 hezar penaber hebûn."
Akdenîz, da zanîn ku piraniya penaberên li ser sînor ji welatiyên Efganîstanê pêk tên û wiha berdewam kir: "Ji sedî penaberên ji Sûriyeyê hatine hene. Penaberên Sûriyê zêde îtîbarê bi vê yekê nakin. Dizanin wekî 2016'an sînor nayê vekirin. Ya din jî penaberên Sûriye fêrî ziman û kar bûn û li vir bi cih bûn."
Akdenîz, bal kişand ser mirinên li ser sînor û wiha pêde çû: "Eskerên Yûnan bi çekan li ser sînor rawestiyane. Ji wê herêmê bê navber dengê çekan û bombeyên xazê tê. Li ser sînor zarok, kal, pîr û nexweş hene. Ev dikarin ji îzdîhamê jiyana xwe ji dest bidin. Berpirsiyara van tevan hikum û vîna siyasî ye. Parazvanên mafên mirovan û rojnamegeran bal kişandin ser van talûkeyan. Êdî sinc û wîcdan kurmî bûne. Genî bûye û riziya ye. Li ser sînor 6 mirovan jiyana xwe ji dest dan."
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR DIVÊ'
Akdeniz, bibîr xist ku penaberên ku dixwazin sînor derbas bikin mirovên kedkar in û wiha bi dawî kir: "Kesên penaber êdî pêşeroja xwe li Tirkiyeyê nabînin. Xeyalek wan heye. Ew jî dixwazin bibin karkerên fabrîqeyê. Her ku qeyrana aborî kûr dibe, sermayedar fatûra vê yekê li feqîr û xizanan dibirin. Ev yek rê li pêş reqabetê vedike. Bêtir kedê erzan dike. Ji ber sendîka û rêxistinên kedê bê hêzin ked erzan dibe. Tirkiye li ser xeta erdheja civakî ye. Li dii vê yekê yekîtî û têkoşînek xurt lazim e."
MA / Tolga Guney