ENQERE - Prz. Zekiye Karaca Boz, diyar kir ku di tundiya zayendî û êrîşên li dijî jinan de jiyana jinê tê darizandin û wiha got: "Eger ku rê li pêş avakirina 'Mêrantî' û 'Mîlîtarîzmê' ya ku polîtîkaya dewletê ye bê girtin dê tundî bi dawî bibe."
Li Tirkiye û cîhanê her roj jin ji aliyê mêr ve tê qetilkirin. Ji ber lawaziya vîna siyasî û maqamên edlî,sekna polîs û eskeran tundî û cînayetên li dijî jinan didome. Bi piranî jinên tên kuştin di bin perda "Namus, kevneşopî" yê de tên kuştin. Li Tirkiye di salên dawî de herî zêde li bajaran jin tên kuştin. Di vê pêvajoyê de ji ber qeyrana "Mêrantiyê" jin rastî tundî û lêdanê tên. Jin ji aliyê bav, bira, hevjîn û hevalê xwe ve rastî lêdan, tundiyê tên û tên qetilkirin.
Li gorî daneyên Platforma Em de Cînayetên Jinan Rawestînin, (KCDP), li Tirkiyeyê di sala 2019'an de 474 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. Li Tirkiye bûyerên tacîz û tecawizê qat bi qat zêde dibin. Di 2019'an de 115 jin bi awayekî şik û guman hatin kuştin. Bi dehan jin jî rastî zora întihar bikin hatin. Sedema kuştina 218 jinan nehat diyarkirin. 114 jin jî ji ber xwestin hevjînê xwe berdin, hatin kuştin. 27 jin bi hinceta aboriyê hatin kuştin.
DI MEHA ÇILE YA 2020'an de 27 JIN HATIN QETILKIRIN
Di çileya 2020'an de 27 jin hatin qetilkirin. Ji 27 jinan 3 jin nehat diyarkirin ku ji aliyê kê ve hatine kuştin. 7 jin ji aliyê mêrê hevalên wan, 5 ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin, 5 jin ji aliyê kurên xwe ve, 3 jin ji aliyê bavê xwe ve, 2 jin jî ji aliyê hevjînê berê ve hatin kuştin.
DI SIBATÊ DE 22 JIN HATIN KUŞTIN
Li gorî daneyên KCDP’ê ya tundî û kuştina li dijî jinan, 22 jin hatin kuştin. Ji jinên hatin kuştin jinek nehat zanîn ku ji aliyê kê ve hatiye kuştin. 8 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 5 jin ji aliyê nasê xwe ve, 3 jin ji aliyê hevalên xwe ve, 3 jin ji aliyê kur û bavê xwe ve jinek jî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.
DARAZA BÊ EDALET
Di darizandinê de mêrê kujer bi betl û kravatê tev li danişînan dibin. Li ser vê rewşê heyeta dadgehê bi hinceta "Halê baş û tahrîka neheq" rastî cezayê kêm tên.
DOZA ŞÛLE ÇET
Xwendekara Zanîngeha Gazî ya Enqerê Şûle Çet a 22 salî di 29’ê Gulana 2018’an de, bi awayekê bi guman ji qata 20’emîn a Yelken Plaza ketibû xarê û jiyana xwe ji dest dabû. Çagatay Aksu (34) û Berk Akand (33) derbarê mirina Çet de hatibûn girtin û bi îdîaya “bi zanebûn kuştin” û “Êrîşa zayendî û gef li azadiya kes xwarin” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Şûle Çet li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Dozgerê ku di danişîna derbas bûyî de mutalaaya xwe aşkere kiribû û xwestibû ku bersûc Çagatay Aksû û Berk Akand bi sûcdariya “kuştinê, kes ji azadiya wê bêpar hiştin û êrîşa zayendî” bên cezakirin. Dozger di vê çarçoveyê de xwest cezayê muebbetê û 30 sal cezayê girtîgehê li Aksû bê birin û ji bo Akand jî 40 sal cezayê girtîgehê bê dayîn. Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi sûcdariya “bûyer veşartin û bi zanebûn kuştin” cezayê muebbetê, bi sûcdariya “êrîşa zayendî” 10 sal û 6 meh û bi sûcdariya “kes ji azadiya wê bêpar hiştinê” jî 2 sal û 6 meh, bi giştî 13 sal cezayê girtîgehê li bersûc Çagatay Aksû birî.
Dadgehê ji bo bersûc Berk Akand jî, bi sûcdariya “alîkarî dayîna kuştina kes” 12 sal û û 6 meh, “kes ji azadiya wê bêpar hiştinê” 5 sal û ji “êrîşa zayendî” jî salek û 3 meh, bi giştî 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.
DOZA EMÎNE BULUT
2'emîn danişîna doza kujerê Emîne Bulut li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkale hat dîtin. Parêzerê kujerê Emîne Bulut Ersoy Aytaç, xwest 4 polîs bên guhdarkirin û cezayê bersûc bê kêmkirin. Heyeta dadgehê biryar da û cezayê muebeta giran a girtîgehê li Fadaî Varan birî.
Fedaî Varan li Kirikkale di 18'ê tebaxê de hevjîna xwe ya berê Emine Bulut kuştibû. 2'yemîn danişîna doza kuştina Bulut li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hat dîtin. Beriya danişînê Meclisên Jinan, Platforma Jinan a Enqereyê, Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), li pêş Edliyeya Kirikkaleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaiyê de pankarta “Emine Bulut îsyana me ye. Em dixwazin bijîn" vekirin. Dîsa dowîzên ku navê jinên hatin qetilkirin rakirin.
‘EMÎNE BÛ QÊRÎNA JIYANÊ'
Danişîna doza kujer Fedaî Bulut li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkale pêk hat. Di danişînê de bersûc Fedaî Varan ê ji sûcdariya "Bi hovîtî û hesta zanebûn kuşt" ku sûcê muebbeta giran tê darizandin û dayik û bavê kuştî Emine Bulut û parêzerên wê amade bûn. Birayê Emîne Bûlut Mikail û Bekîr Bulut ên girtî bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Zarokên Emîne Bulut û Fedaî Varan F.B.V. neaîn danişînê. Prz Aytaç ewil xwest rêxistinên jinan tev li danişînê nebin. Dîsa xwest naveroka dosyayê bê vekirin. Dîsa xwest şahidên berê dîsa bên guhdarkirin û xwest di çavdêriya pisporan de pirsan ji F.B.V. bipirsin. Prz. Aytaç, dîsa xwest îfadya 4 polîsan bê girtin û sûcê kujer bê daxistin.
Piştî navbera danişînê heyeta dadgehê biryar da û der barê kujerê Emine Bulut, Fedai Varan de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" cezayê muebbeta giran a girtîgehê birî.
DOZA AYŞE TUGBA ARSLAN
Ayşe Tugba Aslan li Eskîşehîrê di 11'ê Cotmeha 2019'an de rastî êrîşa hevjîne xwe yê berê Yalçin Ozalpay hat. Aslan 44 rojan bi birîndarî li ber xwe da û di 24'ê mijdara 2019'an de jiyana xwe ji dest da. Der barê bersûc Ozalpay de
bi sucdariya "Bi hovîtî û eziyet kuştiye" doz hat vekirin. Danişîna dozê dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskişehirê dê bê dîtin.
DOZACEREN DAMAR
Danişîna doza Ceren Damar Şenel a ji aliyê xwendekarê xwe Hasan Îsmail Hikmet ve hat kuştin, li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di 21'ê Sibatê de hat dîtin. Di danişîna doza Hîndekara Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankaya Ceren Damar Şenel de dozger got sucê bersûc sabît e û cezayê muebbetê xwest. Endamên Malbatê û Hîndekarê Zanîngeha Çankaya Setenay Baytemir hatin guhdarkirin. Di danişînê de der barê bersûc Hikmet de bi sucdariya "Çeka Bê rûhsat bi xwe re gerandiye" 1 sal û 600 TL cezayê pereyan birî. Dadgehê cezayê muebeta giran birî. Heyetê der barê parêzer Biçak de jî lêpirsîn da destpêkirin.
DOZA MUZEYYEN BOYLU
Danişîna sêyemîn a doza parêzer Muzeyyen Boylû ya ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc Issi û parêzerên wî beşdarî danişînê nebûn. Hat gotin bi hênceta Issı li nexweşxaneyê dermankirina derûnî dibîne beşdar nebûye û parêzerê wî jî ji ber beşdarî dozek din bûye beşdar nebûye. Parêzerên parêzer Muzeyyen Boylû di danişînê de amade bûn. Parêzerên ji gelek bajaran hatin, rêveberên ÎHD’ê, OHD’ê û wekîlên HDP’ê jî doz şopandin. Parêzerên Boylû di danişînê de gotin ji bo danişîn dirêj bibe beşdarî danişînê nebûne. Dadgehê dewama girtina bersûc Issi da û danişînê taloqî 23’yê adarê kir. Bersûc û parêzer tev li danişînê nebûn.
DOZA DONDU ŞENGUL
Di 2018'an de li Enqereyê Dondu Şengul, der barê Şukru Şengul ê zaroka wê ya 8 salî îstîsmar kir doz vekir. Bersûc Şengul, piştî rojekê hat binçavkirin hat berdan. Bersûc Şengul, di 18'ê Sibata 2018'an de hevjîna xwe Dondu Şengul a ducanî qetil kir. Di 17'ê Sibata 2019'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê doz hat vekirin. Bersûc Şukru Şengul sûcê xwe înkar kir. Dozger 30 sal ceza xwest. Dadgehê di 15'ê çileya 2020'an de der barê bersûc Şengul de bi sucdariya "Bi zaneb3ûn û plan" cezayê muebbetê birhî.
DOZA NEVÎN YILDIRIM
Li gundê Korukaya a Yalvaç a Ispartayê Nevîn Yildirim di 28’ê tebaxa 2012’an de li hember NurettÎn Gîder yê ku li hember wê êrîşa zayendî a sîstematîk pêk anî, parastina cewherî pêk anî û kuşt. Ji bo Nevînê ceza ji rewşa baş nehat daxistin û di 2015’an cezayê muebetê lê hat birîn. Dosya birin Dadgeriyê û vê carê jî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê dosya şand Yekemîn Daîreya Cezaya a Dadgeriyê. Li wir di 17’ê gulanê de cezayê muebetê li Nevînê hat birîn.
DOZA Ç.B.
Di 3’ê Nîsana 2018’an de Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî li dijî hekîma vetîrener Ç.B. êrişa cinsî pêk anî. Piştî 45 rojan girtî ma hat berdan. Derbarê kesên bi navê Serkan Dûrmaz û Huseyîn Şenyûrt ku alîkarî dane Bîlgîlî doz hat vekirin.
Da danişîna ewil de dadgera jin pirsên ecêbmayî ji Ç.B. kir û carek din da nîşandan ku daraz jî di bin serweriya zilaman de tê birêvebirin.
Di danişîna herî dawî ku di 26’ê sibatê de hat dîtin daxwaza girtina Bîlgîlî hat redkirin.
DOZA CEREN OZDEMÎR
Li bajarê Ordûyê zilamê bi navê Ozgur Ardûç, xwendekara zanîngehê ya beşa muzîkê Ceren Ozdemîr di 3’ê kanûnê de li ber mala wê qetil kir. Kujer rojek piştî bûyerê hat girtin. Ardûç bi sûcdariyên “Bi hovîtî kuştin” û ev kujer di îfadeya xwe de dibêje heke çek bidîta wê bêtir kesan bikuşta.
Dozgeriya Ordûyê ji bo kujer Ardûç 3 caran cezayê muebetê xwest.
Di darizandina vî kujerê de derket holê ku di sala 2005’an de jî zarokek qetil kiriye û pişt re reviyaye û wek firar hatiye darizandin û 20 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn.
DOZA GULEDA CANKEL
Di 18’ê mijdara 2019’an de xwendekara Zanîngeha Ispartayê Guleda Cankel ji aliyê Zafer Pehlîvan ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Derbarê kujer Pehlîvan de bi sûcên “saloxandin” û “bi hîsek cenawirî û kirina eziyete” cezayê muebetê yê girankirî doz lê hat vekirin. Danişîna biryara dozê dê di 7’ê nîsanê de were lidarxistin.
Parêzer Zekiye Karaca Boz a dozên kumkujiyên jinan, tacîz û tecawiz û tecawizan dişopîne ji ajansa me re axivî.
‘DIVÊ BEYANÊN JINAN ESAS BÊN GIRTIN’
Boz da zanîn ku astengiya herî girîng a li pêşiya têkoşîna li dijî tundiya jinan bêcezakirina sîstematîk e û di pêvajoya hiqûqî de parastina kujer dixin pêşiya ziyana mexdûr. Boz anî ziman ku jina ku ji sûc ziyanê dîtiye bi qasî faîl nayê parastin û li dadgehan kujer tê parastin û dîsa ya ji hiqûq û maf bêpar dimîne mexdûr e. Boz got li gel ku ew jina bûye mexdûr xwe diparêz e jî lê dîsa ya tê sûcdarkirin ne faîl e ew kesa mexdûr e. Boz da zanîn ku lazime beyanên jinan esas bê girtin û pêwîste darizandin li gorî derbirînê jinan were li dar xistin.
‘JIYANA JINAN TÊ SÎNORDARKIRIN’
Boz anî ziman ku divê di dadgeha ceza û hiqûqa înfazê de guhertin werin kirin û bi piraniya dozan bi beratê encam dide. Boz got di hemû dozan de jiyana jinan tê sînordarkirin, ewlehiya wan nîne û heke şertên civakî û aborî jî ne baş bin ji tundiyê rizgar nabe. Boz destnîşan kir ku di hemû dozan de dema kujer tên darizandin jiyana jinan tê darizandin û ew dikarin di gelek dozan de vê mînakê nîşan bidin. Boz da zanîn ku dadgeh cezayên kêm didin faîl ango kujeran û hemû cînayetên jinan polîtîk in. Boz diyar kir ku kêmkirina cezayê kesên kujer, tacîzkar û tecawizkar nêrîna derbarê zayendperestiyê ya darazê jî derdixe holê û divê daraz dest ji parastina polîtîk a “zilamtiyê” û “mîlîtarîst” berde.
MA / Bêrîvan Altan