WAN - Li Îranê, ji ber vîrusa koronayê, destûra malê dan 54 hezar girtiyî, lê belê hat diyarkirin ku dewletê destûr nedaye girtiyên siyasî.
Li Îranê, piştî 77 kes ji ber vîrusa koronayê mirin û di gelek eksan de hat tespîtkirin, dewletê destûra malê da 54 hezar girtiyî. Lê belê hat diyarkirin ku dewlet destûr nedaye girtiyên siyasî.
54 HEZAR GIRTÎ HATIN BERDAN
Malbata Şakîr Baxî ku di sala 2007'an de li bajarê Sineyê hatibû girtin û pêşî cezayê darvekirin lê hatibû birîn û paşê cezayê muebetê lê hatibû birîn, xwest mafê ku ji bo girtiyên din hatiye dayîn divê ji bo wan jî bê dayîn. Birayê Baxî yê ku di Girtîgeha Qaşmerê de ye Dirbaz Baxî, diyar kir ku li dewletê destûr daye 54 hezar girtiyî, lê belê destûr nedaye girtiyên siyasî.
'DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'
Baxî, anî ziman ku vîrusa koronayê li seranserê welat belav bûye, lê belê hê jî ji bo girtiyên siyasî tiştek nehatiye kirin. Baxî, got: "Niha ji ber vîrusa koronayê deriyên Îran-Tirkiyeyê girtîne û em nikarin agahiyekê jî ji birayê xwe bigirin. Vîrus li deverên girtî ên wekî girtîgehan bbandor e. Lê belê em nizani ka hikûmetê ji bo vê tevdîrek girtiye yan na. Niha birayê min tevî hevalekî xwe di girtîgeheke ku girtiyên edlî lê dimînin de ye. Ên di wê girtîgehê de giş hatin berdan, lê her du girtiyên siyasî nehatin berdan. Em dixwazin çi dikeve ser milê kê bira bike."
Baxî, diyar kir ku ji bo jiyana birayê û girtiyên din bifikar in û gotî heger tiştek biqewime berpirsiyar dewleta Îranê ye û got: "Li Îranê her roj mirov dimirin. Lê hê jî girtiyên siyasî nayên berdan. ev bêhiqûqîtiyeke emzin e. Ji bo ev bêhiqûqîtî ji holê rabe em bang li dewleta Îranê dikin. her wiha am bang li rêxistinên li Tirkiye, Îran û cîhanê dikin ku bibin dengê me."
'EM DIXWAZIN AQÛBETA ZAROKÊN XWE HÎN BIBIN'
Baxî ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da û got: "Berî vîrus berbelav bibe çûm Îranê min birayê xwe dît. Ji bo birayê min ji girtîgeha edliyan derxin û bişînin girtîgeheke din min serî li gelek cihan da. Lê tiştek nehat kirin. Divê malbatên girtyên li Îranê jî piştgiriyê bidin me. Em dixwazin aqûbeta zarokên xwe hîn bibin."
MA / Adnan Bîlen