AGIRÎ - Cenazeyê Kubar Hacîzade ya 165 roj berê li Licê jiyana xwe ji dest dabû, li Bazîdê hat definkirin. Bi hinceta vîrusa koronayê nehiştin cenazeyê Hacîzadeyê bişînin bajarê Makûyê û ji ber vê Rêveberên MEBYA-DER'ê mecbûr man cenaze li Bazîdê veşêrin.
Rêveberên MEBYA-DER’ê îro cenazeyê Kubar Hacîzade (Rojda Cudî) ya HPG’yî ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê wergirtin û piştî rêwitiyeke zêdetirî 10 saetan li Bazîda Agiriyê definkirin. Gava cenaze hat navçeyê, li têketina navçeyê polîsan wesayîta cenaze da sekinandin û nehişt di nav navçeyê re derbas bibe. Wesayîta cenaze di bin dorpêça wesayîtên zirxî yên polîsan de ber bi Goristana Bajêr a Bazîdê ve hat şandin. Her wiha polîsên ku dora goristanê dorpêç kiribûn jî, nehiştin welatî tev li kar û barên definkirina cenaze bibin. Polîsan tenê hişt 4 kes cenaze defin bikin.
Parêzerê malbata Kubar Hacîzadeyê piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê ji morga nexweşxaneyê girt. Piştî cenaze wergirt tevî rêveberên MEBYA-DER'ê xwest cenaze bişîne bajarê Makû yê Îranê û ji bo vê ket rê. Lê belê heta ku cenaze gihîşt Bazîdê polîs û eskeran herî kêm 10 caran ew dan sekinandin û bi hinceta vîrusa koronayê nehiştin cenaze bişînin Îranê. Li ser vê parêzerê malbatê û rêveberên MEBYA-DER'ê mecbûr man cenaze li Bazîdê defin bikin.
ÇI BÛBÛ?
Endama HPG'ê Kubar Hacîzade (Rojda Cudî), di 24’ê Îlona 2019’an de li navçeya Liceyê di operasyona eskerî de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî operasyonê cenazeyê Hacîzade anîbûn Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Bavê Hacîzade, Elî Hacîzade ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire di 27’ê Çileya 2020’an de ji Makuyê hatibû Amedê û serî li MEBYA-DER’ê dabû û di 29’ê Çileya 2020’an ji bo testa DNA'yê xwîn dabû.