STENBOL - Piştî Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû û rojnamevan Hulya Kilinç hatin girtin, Gerînendeyê Weşaana Giştî yê Odatv'yê Bariş Pehlîvan jî daxilî nav lêpirsînê hatibû kirin. Piştî vê Pehlîvan jî hat girtin.
Piştî Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû û rojnamevan Hulya Kilinç, ji ber nûçeyên der barê merasîma cenazeyê endamê MÎT'ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû hatibûn girtin. Dû re Gerînendeyê Weşana Giştî yê Odatv'yê Bariş Pehlîvan jî daxilî lêpirsînê hatibû kirin. Pehlîvan îro ji bo îfadeyê çûbû Edlieyaya Stenbolê ya li Çaglayanagê. Piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatibû kirin. Dadgehê Pehlîvan girt.