STENBOL – Bi fermana Serdozgeriya Stenbolê bang li xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Aydin Keser û Semîha Alankûş hat kirin ku biçin îfade bidin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bang li xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê hat kirin ku îfade bidin. Li ser fermana serdozgeriyê bang li Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midurê Karên Nivîsa Aydin Keser û edîtora rojnameyê Semîha Alankûş hat kirin ku biçin li Dadgeha Stenbolê îfade bidin. Rojnameyê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku rojnameger nizanin ji ber çi bang li wan hatiye kirin.