MÊRDÎN – Li Stewrê, di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê û Mûsa Alkan ên di 29’ê Sibatê de hatibûn binçvakirin, sewqî edliyê hatin kirin.
Leşkeran li gundê Derîş ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtinê de Cabbar Gunduz, Mûstafa Kiliç, Mekî Eroglû, Davût Olûmûş û Metîn Ortak hatin binçavkirin. Leşkeran welatiyên binçav kirin birin Qereqola Leşkerî ya Navçeyê. Hat diyar kirin ku welatî di çarçoveya lêpirsîna di navbera salên 2014 û 2015’an de hatibû destpêkirin hatine binçavkirin.
HEVSEROK AGAOGLÛ SEWQÎ EDLIYÊ KIRIN
Li aliyê din, polîsan di 29’ê Sibatê de li navend û navçeyên Mêrdînê, bi ser malan de girtibûn, Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Perîhan Agaoglû jî di nav de 9 kes binçav kiribûn. Lêpirsîna 9 kesan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû.
Agaoglû û Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Mûsa Alkan îro sewqî Edliyê hatin kirin. Dozger dest bi îfade girtina Agaoglû û Aklan kir. 7 kesên din jî, ji midûriyeta polîsan hatibûn berdan.