MÊRDÎN – Danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hat lidarxistin û div ê danişîna 16’emîn de jî nehat berdan.
Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ji 13’ê çileya 2017’an ve girtî ye û ev bû danişîna 16’emîn ji bo wê li Dadgeha Mêrdînê tê lidarxistin. Kaya ya bi angaşta “Yekrêziya welat xera kiriye” tê darizandin îro jî bi rêya dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tarûsê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Kaya di danişînê de amade bûn.
Dozger biryara (mutala) xwe ya berê dabû dîsa dubare kir û xwest Kaya bi cezayê muebetê were cezakirin.
'AMIRÊ TEM’Ê YÊ GIRTÎ DOSYEYÊ AMADE KIRIYE’
Parêzerê Kaya, Kamûran Tanhan parastina miwekîla xwe kir û da zanîn ku dosyeya miwekîla wî jê tê darizandin ji aliyê amirê berê yê Şaxa TEM’ê ya Nisêbînê Unal Ûyar ve ji delîlên pûç hatiye amadekirin. Tanhan ji bo parastinê ji şandeyê dem xwest.
Parêzer Mazlûm Dînç jî anî ziman ku amirê TEM’ê bi awayek xisûmetî dosyeya miwekîla wî amade kiriye û ev amir jî ji ber hin sedemên din niha girtî ye. Dînç got tevî delîlên şaş ên derbarê miwekîla wî de hatine nîşandan û amir girtî ne jî hêj miwekîla wan bi awayek bêwate girtî ne. Dînç diyar kir ku sûcdariya li ser miwekîla wan bêbingehin û xwest Kaya were beratkirin.
KAYA: NEHEQÎ YE
Kaya jî pişt re axivî û diyar kir ku ew bi neheqiyek mezin re rû bi rû maye û tewanbariyên derbarê xwe de qebûl nekir. Kaya rexne li tewanbariyan kir û tahliyeya xwe xwest.
NEHAT BERDAN
Dadgehê got ji ber daxwaza demê ya parêzeran dê biryarê îro nede û biryara dewama girtina Kaya da. Danişîn taloqî 4’ê gulanê hat kirin.