ENQERE – Xwendekarên li pêş avahiya KYK'ê daxuyaniya “Em dixwazin bijîn" dan çapemeniyê û hatin binçavkirin, piştî hatin berdan daxuyanî dan. Xwendekaran anîn ziman ku wekî xwendekarên zanîngehê dixwazin bijîn û wiha gotin: "Em ne muşterî ne. Em xwendekar in. Wekî xwendekarên zanîngehê em nikarin debara xwe bikin."
Xwendekarên Zanîngê li pêş Midûriyeta Saziya Wargehan û Kredî (KYK) di 4'ê Adarê de daxuyaniya “Em dixwazin bijîn" dan çapemeniyê û hatibûn binçavkirin. Xwendekarên hatin binçavkirin, piştî hatin berdan li avahiya Yekîtiya Mulkiyeyan kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de 30 xwendekarên hatin binçavkirin û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat, parêzerê xwendekaran Mert Ekincî û gelek xwendekarên din amade bûn.
Xwendekaran li salonê pankartên "Em dest ji daxwazên xwe bernadin, em dixwazin wekî mirovan bijîn" vekirin û daxuyanî dan. Ewil Parêzer Mert Ekincî anî ziman ku polîsan pir hişk mudaxaleyî xwendekaran kir û wiha got: “Muwekîlên me li nexweşxaneyê jî rastî tundiyê hatin. Destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Polîs bi zorê ketin cihê muayinê û zext li ser wan kir. Em ê şopdarê vê bê hiqûqiyê bin."
‘FERASETA XWE FERZ DIKIN'
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat anî ziman ku îqtîdar li mala xwe pir gef û guran dixwe, lê li derve wekî berxinan in. Kanat, xwest rayedar li gorî qanûn û Destûra Bingehîn tev bigerin.
Xwendekara Zanîngehê Leyla Mavilî jî anî ziman ku çavkaniya debara wan krediyên KYK'ê ne û wiha got: "TUÎK rastiyan berovajî dike. Bi iqasî reqamên enflasyonê zem nekirin. Em ne muşterî ne. Em Xwendekar in. Em weki xwendekarên zanîngehê nikarin debara xwe bikin. Wextê me bi piranî ji zanîngehê zêdetir, li înşaet û karên din derbas dibe." Mavîlî daxwazên xwendekaran wiha rêz kir:
* Divê êrîşên Îqtîdar, rektorî û KYK'ê ya li dijî xwendekaran bi dawî bibe.
* Divê hemû deynên KYK'ê bên betalkirin. Divê bûrsên bê heq bidin xwendekaran.
* Divê hemû pêdiviyên xwendekaran ên xwarin, vexwarin û razanê bê pere pêşwazî bikin.
* Divê hemû astengiyên li pêş fikr û ramanê ya li pêş xwendekaran bê rakirin.