WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê, bi navê "rojnameger" qertên bê pere dan 105 kesên li saziyên cemaweriyê kar dikin; lê qert nedan rojnamegerên ku bi awayekî çalak li qadê kar dikin.
Qeyûmê Şaredariyê Bajarê Mezin ê Wanê, bi navê "Rojnameger" qertên bê pere dan 105 xebatkarên saziyên cemaweriyê. Lê rojnamegerên esîl ku serî li şaredariyê dan jî serlêdanên wan red kirin. Qeyûm berê jî qertên gelek rojnamegeran ji destê wan girtibûn. Qeyûm serlêdanên xebatkarên çapemeniyê yên Ajansa Mezopotamya (MA), Ajansa Jinnews û medya muxalif red dike. Midurê Çapemeniya Şaredariyê û Serokatiya Daîreya Ragihandinê ji xeynî endamê Cemîyeta Rojnamegerên Vangolu qertan nade kesî.
Di lîsteya Buroya Qartan a BELVAN a Şaredariyê de navê kesên di saziyên bajar, zanîngeh û şaredariyê de kar dikin heye, lê navê rojnamegerên li qadê kar dikin tune ye. Rojnameger Adnan Bilen, Rojnameger Oktay Candemir û Nûçegîhana Jinnewsê Şehriban Abi, bertek nîşanî vê pêkanînê dan û diyar kirin ku qeyûm cudakariyê dixe nava rojnamegeran.
Rojnameger Adnan Bîlen, bertek nîşanî vê ferasetê da û got: "Em tiştekî cuda ji kesî naxwazin. Li vir pêkanînên li dijî sinc û hiqûqê heye. Berê jî qertên bi dehan rojnamegerên muxalif hatin betalkirin. Cemiyetê çend meh şûnde fêr bû ku kartên endamên wan hatine betalkirin. Niha li şûna rojnamegeran qertan didin xebatkarên saziyên cemaweriyê. Didin personelên buroyan. Berê qartên gelek rojnamegeran bi îdîaya "Ne rojnameger e" betal kirin. Li aliyekî li qadê li ser rojnamegeran zext û tundî heye, li aliyê din qeyûm zextan li ser rojnamegeran dimeşîne. Ji ber ku hevalên me di hawizê wan de cihê xwe nagire mafê rojnamegerên muxalif binpê dikin. Ev li dijî hiqûqê ye."
'POLÎTÎKAYA LI DIJÎ MUXALÎFAN E'
Bîlen, anî ziman ku li bajarê herî biçûk ê Tirkiyeyê ji bo rojnamegeran qertên bê pere tên derxistin û wiha lê zêde kir: "Ev helwesta li vir bêtehamuliya li dijî çapemeniya Kurd û muxalif e. Li vî bajarî kî rojnamegeriyê dike ne qeyûm, divê gel biryarê bide. Li bajar di hemû daxuyaniyan de hêjmara rojnamegerên çalakiyê dişopîne 5 kesan derbas nake. Lê qertên bê pere dane zêdeyî 100 rojnamegeran. Ger ku ew qas rojnameger hebin çima em wan li qadekê nabînin. Ev nêzîkatî û polîtîka dijberiya li dijî rojnamegeran e. Em vê rewşê qet qebûl nakin. Em ê vê polîtîkayê heta dawî teşîr bikin."
'QERTA ROJNAMEGERAN DANE KESÊN LI ŞAREDARIYÊ ÇAYÊ BELAV DIKE'
Nûçegîhana Jinnewsê Şehriban Abî jî anî ziman ku di serdema şaredariya HDP'ê de heqê rê ji rojnamegeran nedigirtin û wiha got: "Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, qertên çapemeniyê betal kirin. Dema me ji bo stendina qertan serlêdan kirin, serlêdana me red kirin. Dema em li lîsyeta kesên ku şaredarî qerta çapemeniyê dide wan dinerin, em dibînin ku kesên li şaredariyê Çayê Belav dikin hene. Ev cotstandartî ye. Em vê yekê qebûl nakin. Ger ku rojnamegerên xizmeta civakê dikin ji vê xizmetê sûdê nagirin, wê demê divê ev bê venêrtin."
Rojnameger Oktaş Candemir jî anî ziman ku rayedarên dewletê jî li gorî xwe pîvanek rojnamegeran ava dikin û wiha got: "Qeyûm qertan dide kesên nêzî xwe. Kesên nêzî wî û wî dişopinin qertan bê pere dide wan. Lê kesên wî rexne dike qertan nade wan. Qeyûm cudakariyê dixe nava rojnamegeran. Li Wanê êdî rojnamegerî jî wekî sûc tê dîtin. Walîtiya Wanê û Cemîyeta Rojnamegeran a Vangolu û hun caran burokrasiya ewlehiyê jî bi hevre di nava organizeyê de ne. Bêyî agahiya rojnamegeran pê çêkin, endamtiya wan a cemiyetê betal dikin. Li Wanê rojnamegerên muxalif û dibin dengê gel qartên wan hatin belatlikirin. Em hêvî dikin ku Cemîyeta VanGolu bi lez dest ji biryara xwe berde.