NAVENDA NÛÇEYAN – Di hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn de ji rojeva “agirbestê” ya ji bo Idlibê bêtir du peykerên li salonê hebûn bû rojeva wan.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi mijara Idlibê civîn li dar xistin û li ser “agirbesta Idlibê” gelek mijaran axivîn. Li salona ku hevdîtîn lê pêk hat du peyker hebûn û van peykeran bal kişand ser xwe.
Şandeya tirk li ber peykerê II. Katerina hatibû bicihkirin. II. Katerina di navbera salên 1729-1796’an de 34 sal Rûsyayê birêve biriye û bûbû sedemê Kirimê ji destê Osmaniyan derbixe.
WEKÎLÊ SÛRIYÊ PARVE KIR
Parlamenterê Heleba Sûriyê yê serbixwe Fares Shehabi li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyê peyker û heyeta tirk a li salonê parve kir û vê şîroveyê kir: “Şandeya tirk a li Moskovayê di bin siya peykerê Catherine Mezin ê 11 car împaratoriya Osmaniyan têk biriye hatiye sekinandin! Erdogan bi her awayê mimkin Tirkiyê biçûk xistiye…!”
Peykerek din ê li salonê jî tam li pişt Erdogan û Pûtîn hebû. Ev peykerê ku saet li bin bû yê qala “Herba 93’an” dikir. Ev wêne eskerên Rûs ên di salên 1877-1878’an de li Bûlgarîstanê Osmaniyan têk biribû temsîl dikir.
‘PÛTÎN TINAZÊ XWE BI ERDOGAN KIR’
Edîtorê Al Monitor ê Rûsyayê Maxim A. Suchkov di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyên şandeyan û peykeran parve kir û diyar kir ku Pûtîn di hevdîtina duh de henekê xwe bi Erdogan û Tirkiyê kiriye.
Suchkov got: “Pûtîn tinazê xwe bi Erdogan kiriye.” Suchkov du wêne parve kir û destnîşan kir ku di di dîzynkirina salonê de peyamên giran hebûne û salon li gorî vê hatiye amadekirin.