DERSIM - 62 roj in tu xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû windaye û agahî jê nayên girtin. Dersimiyan, diyar kir ku bi vî hawî ser bûyerê tê girtin û bal kişandin ser cinayetê.
Li Dersimê, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû, ji 5'ê Çileyê ve windaye û heta niha tu agahî jê nehatine stendin. Di lêgerînên heta niha hatine kirin de jî rastî tu şopê nehatine û her wiha lêpirsîna hatiye destpêkirin jî wekî berê ye. Dersimiyan, diyar kir ku bi vî hawî ser bûyerê tê girtin û bal kişandin ser cinayetê.
‘BAŞ NAYÊ PIRSIYARKIRIN'
Îsa Bûran, anî ziman ku dozgerî dibêje Dokû di nav avê de ye, lê belê komên lêgerînê jî diyar dikin ku ne di avê de ye û bal kişand ser nakokiyan. Bûran, diyar kir ku du meh derbas bûne lê belê îhtimala ku Dokû di nav avê de be nemaye û got: "Ev rewş şik û gumanan li mirovan peyda dike. Hê jî Zaînal baş nehatiye pirsiyarkirin. Bavê Zaînal polîs e. Gelo qey ji ber vê ser bûyerê tê girtin? Çimkî heger întihar bûna, wê heta niha bihata dîtin. Êdî îhtimala cinayetê tê bîra mirov."
Gulbahar Tekçe jî got: "2 meh in Gulîstan nayê dîtin. Ma tu kesî jî ew nedît? Belkî jî ên dîtine û dizanin tên tepisandin. Ev qas dirêj bû, ev yek jî tu bikî nekî tiştina tîne bîra mirov. Dibe ku cinayet be jî. Ji bo şik û guman ji holê rabin divê hevala me Gulîstan bê dîtin."
‘ÇIMA TENÊ LI NAV BENDAVÊ LÊ DIGERIN?'
Ahmet Erol jî got: "Bawer nakim întihar kiribe. Çimkî 2 meh derbas bûne. Lê hê jî tiştek aşkere nebûye. Roja ewilî çi hatibe kirin û çi hatibe gotin, hê jî ew tişt û gotin in. Em li her derî dipirsin 'Gulîstan Dokû li ku ye?' Bersiv heman tişt e. Tenê dibêjin, 'em lê digerin.' Çima tenê li nav bendavê lê dgerin? Bawer nakim lê digerin. Bi rastî jî heger lê bigeriyana, wê heta niha bihata dîtin. ev meseleyeke mezin e. Bi rastî jî heger Gulîstan Dokû întihar kiribûna, wê derketana holê."
‘SER HIN TIŞTAN TÊ GIRTIN'
Ezgî Karaman jî ser hin tiştan tê girtin û got: "Çima bi israr li nav avê digerin? Heta niha gavek jî neatiye avêtin. Di demên dawî de tê xwestin awayê etnîk ê Dersimê bê guherandin. Polîtîkayên cuda dixin dewrê. Êdî li vî bajarî jin di bin zext û zoriyan de ne. Em jin dikarin vê yekê biguherînin. Em jin gava bên cem hev du dikarin Gulîstanê, bûyerên taciz û tecawizê çareser bikin."
MA / Ayşe Surme