WAN - Li Erdîşa Wanê Adara 2008'an de polîsan mudaxileyê meşa 8'ê kiribûn û di meşê de Mehmet Denîz jiyana xwe ji dest dabû. AYM'ê der barê soyeya Denîz de biryar binpêkirinê dabû, lê belê hî jî dosye bi dawî nebûye. Hevjîna Denîz Îpek Denîz got: "100 sal jî derbas bibe ew ê dev ji vê dozê
Li Edîşa Wanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê meşek hatibû lidarxistin. Polîsan mudaxileyî meşê kiribû û di meşê de Mehmet Denîz Jiyana xwe ji dest dabû. 12 sal derbas bûne lê belê hê jî dosyeya Denîz bi dawî nebûye. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ji bo dosyeya Denîz gotibû "lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û mafê jiyanê hatiye binpkirin." Lê belê ligel vê biryarê, hê jî dosye wekî xwe yê berê ye.
'12 SAL IN EM LI BENDA EDALETÊ NE'
Dosye, 4 sal in li dozgeriyê ye. Parêzerê dosyeyê Baran Bîlîcî, got: "Diviya dadgeh li gor biryara tev bigeriyana, lê belê tev nagerin. Dosyeyên AYM der barê wan de biryar didin, dadgehên herêmî ji bo wan tiştekî nakin. Di vira de aşkere ye ku dadgehên herêmî dixwazin dosyeyê bifetisînin. Di vê dosyeyê de hêzên dewletê tên parastinç Gava muwekîlê min hat kuştin zarokê wî 10 salî bû, niha 22 salî ye. 12 sal in em li benda edaleyê ne."
'100 SAL JÎ DERBAS BIBE EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'
Hevjîna Denîz Îpek Denîz jî destnîşan kir ku 12 sal derbas bûne lê belê hê jî dosye wekî xwe yê berê ye û got: "Lê belê 100 sal jî di ser dosyeyê re derbas bibe em ê dev jê bernedin. Neheqiya li hevjînê min hatiye kirin qebûl nakim. Tim ser doza me tê girtin, lê em ê nehêlin. Ez û 3 zarokên xwe hatine mexdûrkirin. Heger li Tirkiyeyê edalet pêk neyê ez ê heta DMME'yê jî biçim."
MA / Adnan Bîlen