RIHA – Mûrat Dagtekînê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 salan di girtîgehê de ma, piştî 6 salan gava xwest bibe endamê HDP'ê dît ku ku endamê AKP'ê ye.
Mûrat Dagtekîn, di 30'yê Tîrmeha 2013'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tê girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal ceza lê tê birîn. Piştî tê berdan, pê dihese ku endamê AKP'ê ye.
Dagtekîn, gava ji girtîgehê dertê dixwaze bibe endamê HDP'ê û ji bo vê serlêdanê dike. Gava serlêdanê dike pê dihese ku endamê AKP'ê ye. Dagtekîn, got: "Heta niha tu eleqeya min bi AKP'ê re çê nebûye. Çawa ku bi awayekî bêhiqûqî hatim girtin, gava hatim berdan jî bi bêhiqûqîtiyê re rû bi rû mam."
Dagtekîn, anî ziman ku piştî ji girtîgehê derketiye xwestiye di bin banê HDP'ê de siyasetê bike û ji bo vê ewraqên xwe amade kiriye ku bibe endamê HDP'ê. Dagtekîn, diyar kir ku piştî serlêdan kiriye demek şûn de ji bo hîn bibe ka endamtiya wî hatiye qebûlkirin an na li e-devletê mêze dike û dibîne ku endamê AKP'ê ye. Dagtekîn, diyar kir ku bêyî ku haya wî jê hebe bûye endamtiya wî ya AKP'ê hatiye çêkirin û got: "Di heyata xwe de neçûme AKP'ê. Tu eleqeya min bi AKP'ê re tuneye. Lê bêyî ku haya min jê hebe ez kirime endam. Heyrret mam. Çawa ku bi awayekî bêhiqûqî hatim girtin, gava hatim berdan jî bi bêhiqûqîtiyê re rû bi rû mam. Bi vî awayî ji bo siyasetê nekim pêşiya min girtine. Bi vî awayî jî kesan di nav civakê de tecrîd dikin. Yanî min kirine endamê AKP'ê ji bê min bêîtibar bikin. Ji ber endamtiya AKP'ê, endamtiya min a ji bo HDP'ê nehat qebûlkirin."
‘EZ Ê DOZA MAFÊ XWE BIKIM'
Dagtekîn, anî ziman ku çûye dozgeriyê gilî kiriye û dozger jê re gotiye, "Tu dixwazî endamtiya xwe ya AKP'ê betal bikî?"
Dagtekîn, diyar kir ku hatiye mexdûrkirin û got, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê daye û got, wê doza mafê xwe bike.