* Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, cihê jinê û hevserokatiyê yê di rêveberiyên herêmî de nirxand û Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz jî, bal kişand ser girîngiya jiyana pev re ya jin û mêran û pev re bûna wan a di pêvajoyên birêvebirinê de.
* Hevşaredarên jin ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kirin û gotin, li dijî taciz, tecawiz, bêhiqûqîtî û şidetê bertekên xwe nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.
* Pêdiviya mexdûrên erdhejê yên Elbaka Wanê, bi konteyner, kabîneyên tuwalet û serşoyan heye.
* Mûrat Dagtekînê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 salan di girtîgehê de ma, piştî 6 salan gava xwest bibe endamê HDP'ê pê dihese ku endamê AKP'ê ye.
* Akademisyena femînîst Dr. Fairouz Recham, diyar kir ku li Bakurê Efrikayê têkoşîna li dijî mêtîngeriyê bi têkoşîna jinê bi ser ketiye û got: "Her çi şoreşa ku têkoşîn û vîna jinê esas negire mahkûmî têkçûnê ye.
* Penaberên ku ji gelek deverên Tirkiyeyê berê xwe dane Stenbolê, li vira qefle bi qefle ber bi sînor ve tên veguhastin. Kesên li orta bajêr bazariya penaberan dikin ji xwe re dibêjin 'xebatkarên komeleyê' ne û bi vî awayî qaçaxçîtiyê dikin.
* Li Erdîşa Wanê Adara 2008'an de polîsan mudaxileyê meşa 8'ê kiribûn û di meşê de Mehmet Denîz jiyana xwe ji dest dabû. AYM'ê der barê soyeya Denîz de biryar binpêkirinê dabû, lê belê hî jî dosye bi dawî nebûye. Hevjîna Denîz Îpek Denîz got: "100 sal jî derbas bibe ew ê dev ji vê dozê bernede."
* Şivan Zeren, dikaneke sahafê vekiriye û kesên pirtûkên tirkî jê re dişînin ew jî pirtûkên kurdî ji wan re dişîne.
* Nûner û rêxistinên jinan dê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek navendan daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin.
* Danişîna 9 siyasetmedar û sendîkavanên tên darizandin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bên dîtin.
* Danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
* Odeya Endezyarên Karebayê (Elektrik) dê encama anketa “Bandora qeyranê ya li ser endamên EMO" li NAvenda Giştî ya EMO bi raya giştî re parve bikin. (11.00)
* Rêxistinên HDK, HDP'ê yên Stenbolê û jinên Endamên Komeleya Şopadina Koçberan dê têkildarî rewşa li Avahiya HDK'ê ya li Beyogluyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê dê ji bo daxwazên Koma Grup Yorum yên di grevê de ne, li avahiya xwe ya Fatih a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Baroya Amedê dê ji bo Tahîr Elçî li pêş Edliyê daxuyaniyê bidin çapemeninyê. (13.30)
* Komîsyona Jinan a DÎSK'ê dê li Qada Îskeleye ya Beşiktaşê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00-17.00)