NAVENDA NÛÇEYAN - Dema Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku li ser sînor lêlokîn kir, rojnameger der barê rewşa penaberan de pirs pirsî. Wezîr bêzar bû û got: "Ma Wezîrê Karên Hundir derewan dike? û xwe rojnameger bi xizmetkariya Yunanistan û Ewropa tawanbar kir.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, dema li ser sînorê Yunanîstanê lêkolîn kir, Midûrê Bernameyê yê Tele1 Namik Koçak pirs ji Soylu pirsî. Koçak, anî ziman ku wan hêjmara penaberên sînor derbas kirine teyît nekirine û xwest Soylu bersiv bide. Lê Soylu, bertek nîşanî Koçak da û wiha got: “Ma Wezîrên Karên Hundir derewan dike? Wekî kesekî ku xizmeta Yunana dike ji te dipirsim.
Diyaloga navbera nûçeîhan û Soylu de wiha ye:
- Nûçegîhan: We got em gihiştin 140 hezar kesan. Lê me ev yek teyît nekir?
- Soylu: Hûn kî ne?
- Nûçegîhan: Televîzyona Tele1
- Soylu: Çend nûçegîhanê we hene?
- Nûçegîhan: Ez li vir im.
- Soylu: Tu tenê ye. Baş e li ser sînorê me çend qereqol hene?
- Nûçegîhan Walî jî ev teyit nekir.
- Soylu: Walî li vir e, hûn alîgirê kê ne?
- Nûçegîhan, aliyê Tirkiyeyê.
- Soylu: Niha tiştê hûn dikin alîgiriya medya Yunan e. Hûn berovajî dikin.
- Nûçegîhan: 140 hezar kes hatin?
- Soylu: Wê demê wezîrê karên hundir derewan dike ne wilo? ...