NAVEND NÛÇEYAN - Jinan li Stenbolê bernameya xwe ya 8’ê Adarê diyar kirin. Jin, wê îsal li Cadeya Îstîklalê 19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst li dar bixin. Jinan li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê li dar xistin.
Li Stenbolê, jinan bernameya xwe ya çalakiyan a 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsên Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên Stenbolê, bernameyên xwe yên 8’ê Adarê kirin yek. Jinên TJA’yî, HDP’î û HDK’î, wê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, konserên helbest û stranan pêk bînin, şahiyan li dar bixin, sînevîzyonan pêşan bidin û atolyeyên tekstîlê ziyaret bikin.
Li Rihayê, jinan îro jî çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê dewam kirin. Meclîsa Jinê yê HDP’ê, li navenda Qerajdagê nepokên xemrî bera ezmanan dan. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de, jinan dirûşmeyên “Jin jiyan azad” û “Jin jiyane jiyanê nekuje” berz kirin.
Li aliyê din, li Navenda Mafê Jinê ya Baroya Rihayê jî, ji bo jinên hatine qetilkirn li qada Osmanbey a Zanîngeha Herranê şitil çandin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û jinan 300 şitlên darên çamê çandin.
MÊRDÎN
Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Mêrdînê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin kartên piştevaniyê şandin û qûrnefîl belav kirin. Jin li navçeya Artûklû li hev kom bûn û dest pê kê kart şandin. Jinan dûre li Bazara Pêncşemê qûrnefîl li jinan belav kirin û jin vexwendin şahiya di 8’ê Adarê de li Qoserê bê lidarxistin.
Jinên ciwan li Zanîngeha Artûklû jî bernameyekê bi erbaneyê li dar xistin.
AMED
Li navçeya Bîsmîl a Amedê, şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Şahî li salonekê dawetê ya navçeyê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Ji bi kincên xwe yên herêmî beşdarî şahiyê bûn, dirûşme berz kirin û gevend gerandin.
Hevseroka HDP’ê ya Bîsmîlê Nesîbe Ûygûn, Hevşaredara Bîsmîlê Gulşen Ozer û Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di şahiyê de axivî û diyar kirin ku 8’ê Adarê ji bo dîroka berxwedana jinên kurde girînge û xwestin jin beşdarî mîtînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyonê bê lidarxistin bibin.
DERSİM
Komeleya Xwendekarên Azad a Mûnzûrê (MO-Der) bernameya 8’ê Adarê li dar xist. Xwedekarên zilam jî beşdarî çalakiya jinan bûn. Di bernameyê de, xwendekaran stran gotin û guvend gerandin.
ÎZMÎR
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê jî, derbarê pirsgirêkên jinên penaber ên dijîn de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Penaberan a HDP’ê ya Îzmîrê Fûnda Akbûlût, Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Partiyê (MP) û gelek jin beşdarî civînê bûn.
Akbûlût di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa jin û zarokên penaber. Akbûlût diyar kir ku li Tirkiyeyê 6 mîlyoın penaber dijîn û wiha got: “Mîna hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî, jinên penaber, bi xizantî, tecawîz, îstîsmara zayendî û siyasî re rû bi rû hatine hiştin. Divê desthilatdariya AKP’ê, berpirsiyartiya xwe ya siyasî û mirovî ya li hemberî jinên penaber bi cih bîne. Jinên penaber ne bi tenê ne.”
‘DESTÊ XWE JI SER PENABERAN BIKÊŞIN’
Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay jî, da zanîn ku desthilatdarî bi polîtîkayên şer û dagirkeriyê dixwaze temenê xwe dirêj bike û got: “Destê xwe ji ser penaberan bikêkşin. Desthilatdarî ji şûna vê yekê divê ku berpirsiyarên xwe yên li hemberî penaberan bi cih bîne.”
WAN
Li navçeya Tûşba ya Wanê jî jin li hev kom bûn û ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya li bajêr bê lidarxistin belavokên vexwendinê belav kirin. Jinan Bara Semtê ya Îstayonê ziyaret kirin û bang li jinan kirin ku tevlî mîtînga 8’ê Adarê bê li darxistin bibin.