ENQERE – Rojnameger Kenan Kirkaya ku ji ber parvekirinên medya civakî yên li ser hesabê wî hatibûn parvekirin dihat darizandin, derket pêşberî dadger.
Rojnameger Kenan Kirkaya piştî hesabê wî yê medya civakî hat şikandi, li ser hesabê wî nivîs hatin parvekirin û ji ber van nivîsan bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin. 3'emîn danişîna doza Rojnameger Kenan Kirkaya li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de Kirkaya û parêzera xwe Nuray Ozdogan amade bûn. Piştî nasname hat tespîtkirin, Kirkayak parastin kir û diyar kir ku ew parvekirinên wekî sûc tên dîtin ne aydî wî ne. Kirkaya, anî ziman ku wî tenê di çarçoveya azadiya ramanê de nivîs parvekirine û ji xeynî wê tu nivîsên cuda parvenekirine. Kirkaya sucdariyên der barê xwe de red kirin û beraeta xwe xwest.
Prz. Nuray Ozdogan jî anî ziman ku ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye û xwest muwekilê wê beraet bike. Dozger jî ji bo îdîayên ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin bê lêkolînkirin û piştrastkirin dem xwest.
Heyeta dadgehê jî li ser vê yekê doz taloqî 4'ê Hezîrana 2020'an kir.