MÊRDÎN - Dadgehê cezayên giran li du kesên danişîna wan di Doza Nisêbînê de hat dîtin, birî. Gazî Mûratoglû, di parastina kir de, diyar kir ku ew li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Ocalan bi bertekin û got: “Modela rêveberiya xweser, ji bo Rojhilata Navîn modela ji kaosê derketin e.”
Di 26'ê Gulana 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de 17 jê zarok 70 kes ji bajêr hatibûn derxistin, dûre hatibûn girtin û paşê doz li wan hatibû vekirin. Di Doza Nisêbînê ya ku ji hev hatibû cudakirin de, danişîna Gazî Mûratoglû yê dema hat girtin 16 salî bû û Îbrahîm Halîl Ildiz hat dîtin. Mûratoglû ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê anîn salona danişînê. Parêzerê Mûratoglû jî beşdarî danişînê bû. Dozger mutalaya xwe ya berê dabû dubare kir.
‘RÊVEBERİYA XWESER MODELA JI KAOSÊ DERKETINE’
Mûratoglû dûre li dijî mutalaya dozger parastin kir. Mûratoglû, di dest pêka parastina xwe de xwest ku pêkanîna tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha axivî: “Divê polîtîkayên şer ên li ser gelê kurd tê bi rêveberin bi dawî bibe. Ji bo parastina daxwazên gelekê em çûn Nisêbînê. Em ê tu carî dest ji daxwazên xwe yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk bernedin. Daxwaza rêveberiya xweser, daxwaza azadiya gelane. Modela rêveberiya xweser, ji bo Rojhilata Navîn modela ji kaosê derketin e.”
‘YÊN KU ŞER DIXWAZIN NABE KU SERDEST BIN’
Mûatoglû, di dewama parastina xwe de wiha got: “Li cihekê ku kesên aştî û demokrasiyê bixwazin hebin, nabe ku yên şer dixwazin serdest bibin û şer dewam bikin. AKP kuştina du polîsên li Serêkaniyê kir hinceta şer. Bi vî awayî li dijî kurdan şerekê mezin dest pê kir. Kurdan jî parastina xwe ya çewherî bi cih anîn. Êrîşî van kurdan kirin. Di bûyerên li bajarên Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboranê, Sîlopî û Hezexê hatin jiyîn de, pir û kal, jin û zarok û jinên ducanî hatin qetilkirin. Bi sedan mirov hatin qetilkirin. Bajar hatin hilweşandin. Girtîgeh bi mirovan tije kirin û ciwan rastî îşkenceyên giran hatin. Ez jî yek ji van ciwana me. Ez rastî îşkeceyên pir dijwar hatim. Li gorî îfadeyên polîsan û girtekên dibin îşkenceyan de hatin îmzekirin, îdîanameya derbarê me de hat amadekirin. Îdîanameya dozger ne raste. Ez vê îdîanameyê qebûl nakim.”
‘ERDOGAN FERMANÊ DIDE, DARAZ BI CIH TÎNE’
Mûratoglû, da zanîn ku dema hat girtin hîna 16 salî bû û wiha bilêv kir: “Ez pargala darazê ya Tirkiyeyê rexne dikim. Ligel ku min di heya xwe de zirar ne daye heywan û nabatekê jî, ez îro bi kuştina mirovan têm darizandin. Min tu kes ne kuştiye û zirar nedaye tu kesî. Heya niha me rastî vegotin. Tu carî baweriya min bi dadgeha Tirkiyeyê nehatiye. Erdogan û Bahçelî ferman didin û daraz jî me dadgeh dikin. Erdogan mîna doza Selahattîn Demîrtaş, mîna dosyeya bi dehan akademîsyenan fermanê dide û daraz jî vê fermanê pêk tîne.”
11 SAL Û 4 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ HAT DAYÎN
Parêzerê Mûratoglû jî, diyar kir ku ew mutalaya dozger qebûl nakin û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.
Mûratoglû yê ku pirsa herî dawî jê hat kirin, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bers kir.
Dadgehê herî dawî, ji bo Mûratoglû, 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birî.
DANIŞÎNA ILDIZ HAT DÎTIN
Dûre danişîna Îbrahîm Halîl Ildiz ê ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê anîbûn dadgehê hat dîtin. Parêzerê Ildiz Onder Alçîçek jî di danişînê de amede bû. Parêzerê Ildiz Alçîçek paratin kir û xwest muwekîlê wî bê berdan û beraet kirin.
Ildiz jî, di parastina kir de banga bi dawî anîna tecrîsa li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Ez di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, hemû jinên berxwedêr silav dikim. Hûn li ser pişta û keda me qezenc dikin. Ez bang dikim ku şandeya dadgehê bi awayekê adîlane tevgire. Ez baş dizanim ku ev darizandin ne adilaneye. Ji ber vê dibêjim, biryara ku hûn dixwazin, dikarin bidin.”
DADGEHÊ MUEBET Û 53 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ ILDIZ BIRÎ
Ildiz, dema ku dadgehê biryara xwe aşkere kir, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” biryar guhdar kir. Dadgehê, cezayê muebata giran û 53 sal cezayê girtîgehê li Ildiz birî.
Di Doza Nasibînê de, bi cezakirina Ildiz û Mûratoglû re, hejmara kesên hatin cezakirin derket 42’yan.