AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz, derbarê hevdîtina malbatan a Îmraliyê de diyar kir ku çiqas hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk werin ewqas qeyrana Rojhilata Navîn jî tê çareserkirin û wiha got: "Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan û hemû zindanan bi dawî bibe. Bi vê minasebetê em hemû rêxistinên civakî û yên navnetewî vedixwînin ku ji bo rakirina tecrîdê înîsîyatîf bigirin.”
Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED), li avahiya komeleya xwe têkildarî hevdîtina malbatan a li Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Meclîsa DBP’ê Celal Yoldaş, Endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeya Sûr û Peyasê, Komeleya 78’an, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
'TECRÎD BANDORÊ LI HEMÛ GELAN DIKE'
Di civînê de Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz axivî. Temîzyuz bi bîr xist ku di 3’yê adarê de malbatan li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêkanîne û wiha axivî: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan hemû gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn bandor dike. Divê bê dîtin ku pevçûnên ku çêdibin encama tecrîdkirina birêz Ocalan e. Ji bo ku qeyrana Rojhilata Navîn were çareserkirin divê demildest parêzer, malbat û heyeta Îmraliyê dîsa hevdîtina bi birêz Ocalan re pêk bînin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê dîsa were destpêkirin ev şert e.”
‘HEVDÎTINEK TENÊ TECRÎDÊ JI HOLÊ RANAKE’
Temîzyuz, da zanîn ku hevdîtin piştî ku şewat derket û bi bandora raya giştî pêk hat û wiha berdewam kir: “Hevdîtinek tenê tecrîdê ji holê ranake. Çiqas hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk werin qeyrana Rojhilata Navîn jî ewqas tê çareserkirin. Em weke MED TUHAD FED'ê dibêjin ku divê demildest tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû zindanan bi dawî bibe. Bi vê minasebetê em hemû rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên hiqûqî, partiyên siyasî, CPT’yê, Rêxistina Efûyê ya navnetewî, Neteweyên Yekbûyî vedixwînin ku ji bo rakirina tecrîdê înîsîyatîf bigirin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
-