STENBOL - Serokê Daîreya Ragihandinê ya DÎSK'ê Ûmar Karatepe, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hat binçavkirin.
Polisan, li Senbolê bi ser mala Serokê Daîreya Ragihandinê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Ûmar Karatepe de girt û binçav kir. Hat hînbûn ku Karatepe bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya civakî yên têkildarî Idlibê hatiye binçavkirin û polisan ew birine Miduriyeta Polisan a Stenbolê.