Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn

img

STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 8 meh şûnde bi malbatê re hevdîtin kir û got: "Hûn nebin hêz, kes nikare pirsgirêkan bi we çareser bike. Divê hûn bibin hêz. Masaya li Tirkiye li ser 2 piyan e. Ji bo mase nekeve divê hûn bibin piyê sêyemîn. Ger ku mase li ser sê pîyan be nakeve. Pîyê sêyimîn jî bi mezinkirin, xurtbûnê pêkan e." 

Malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş di 2'ê Adarê de çûn Îmraliyê û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind hevdîtin kirin. Mehmet Ocalan jî çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hamîlî Yildirim jî ji ber ku nexweş bû, nekaribû bi malbatê re hevdîtin bike. Mehmet Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî naveroka hevdîtinê axivî. 
 
Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ev agahî dan: “Nêzî 8 mehin em nikaribûn biçin hevdîtinê û me hevdîtin nedikir. Ji 15 rojan carekê ji bo em hevdîtinê pêk bînin em bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê bersîvê nadin me. An jî hincetên cuda nîşan didin. Piştî li Giravê şewat derket, vê carê serlêdana me malbatan hat qebûlkirin. 
 
LÊGERÎNEK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ KIRIN
 
Duşemê (2 Adar) agahî ji mere hat û bi rêya parêzeran gotin dikarin we bibin gravê. Em jî hatin Îmraliyê. Ez û birayê Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş bi hevre çûn Giravê. Ez dikarim wiha bêjim. Em li Qereqola Gemlikê di lêgerînê re derbas bûn. Lêgerîn ne normal bû, lê em bêjin normal bû. Lêgerînek ku mirov pir biçûk dixist û heqaret bû. Wekî mirovekî nikarin vê yekê qebûl bikim. Ne sincî bû. Ev ne ji bo Tirkiyeyê û ne jî ji bo dewletê tu fêdeya wê tune ye. Ez 69 salî me. Hevalên din jî wisa nin. Mirov ciwan be jî divê ev lêgerîn û neheqî neyê kirin. Me çawa piyê xwe avêt giravê em rastî lêgerîna duyemîn hatin. Ez bawerim ji bo vir dibêjin duyemîn buroya têkiliyê. Bi qasî texmîn dikim di destê cendirmeyan de ye. Lêgerînek pir xerab kirin. Mirov nikare vê yekê qebûl bike. Mirov vê yekê nakake. Lê me ji mecbûrî qebûl kir. Di lêgerîna duyemîn de her kes hatibûn wir. Kesên bi pîle, berçavkên reş, esker hemû bi çek bûn. Wekî rewşa awarte bû. Hemû kes li wir bûn. Em di lêgerînek pir xerab re derbas bûn. Ew yekîne dema em ji keştiyê daketin, li gel me heta nokta duyemîn a lêgerînê hatin. Her der esker û gardiyan bûn. Me ji mecbûrî ev lêgerîn qebûl kir. Ew jî dizanin kes ji keyfî vê lêgerînê qebûl nake. Lêgerînek li dijî mirovahiyê bû. 
 
EZ LI SER  PIYAN RAWESTIYAM
 
Piştî em di wê lêgerînê re derbas bûn, em derbasî girtîgehê bûn. Li girtîgehê jî em di lêgerînê re derbas bûn. Lêgerinek asayî bû. Ewil 2 hevalên me birin. Ez ewil li derve hatim rawestandin. Bi qasî 10 deqîqeyan hatim rawestandin. Piştre bang li min kirin. Çend caran gotin di wê cîhaza x-ray re derbas bibin. Ew hincet bû. Min got ‘100 caran jî biçim û bêm ew ê dîsa deng derxe.' Piştre ez derbasî hevdîtinê bûm. Ewil ez ji bo hevdîtinê derbasî hundir kirim. Ez çûm li salonê masa berê hebû. Maseyek mezin bû. Ji mir re gotin ‘Rûnê' lê ez rûneniştim. Min dizanîbû dê Serok bê. Bi qasî çend deqîqeyan rawestiyam. Piştî liv û tevgerek çêbû min dizanîbû Serok hat. Serok hat hundir, lê destê xwe neda min û got 'Agahî dane min. Bawerim germahiya laşê te heye. Tu bi zekemê ketiye. Ji ber vê yekê min destê xwe neda te' Ew li aliyekî ez li aliyekî masê rûniştim. Ez li bakurê maseyê rûniştim. Serok ji gardiyan re got ‘Bawerim em ê saet û nîvekê hevdîtin bikin. Ne wisa?' Lê wî tiştek negot. Me jî hevdîtin dest pê kir. 
 
HINCET NE ŞEWAT E
 
Serok pirsa ‘Tu çima hat? Tu bi çi hincetê hat?  pirsî. Min jî got ‘Li vir şewat derketiye. Gel û rêxistinên civakî çalakiyên demokratîk li dar xistin. Ez wisa difikirim ku ji ber vê yekê em anîn hevdîtinê. Başkan got 'Erê lê bandor li ser me nekir.' Piştre got ‘Ezê hin tiştan bipirsim. Tu bi cewherî ji min re bêje.' Bi giranî Serok axivî. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka li Rojhilata Navîn nerîna derve ji min pirsî. Got ji bo çareseriyê wekî hêz kê dibînin û bawer dikin kî çareser bike. Xwest ez bê şirove bibersivînim. 
 
 
GER MASE SÊ PÎ BE NAKEVE 
 
Min jî got, 'Gelê me yê herêmê û yê Rojhilata Navîn ji sedî 80 ji sedî 90 dibêjin tenê Serok Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike'. Got 'Belê ez jî vê dizanim. Mesele ya me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin'. Piştî wê dest bi vegotinê kir. Ji bo Rojava û ji bo saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê dest bi vegotinê kir. Dîsa got, 'Ez bawer im HDP'ê kongreya xwe li dar xist'. Min jî got 'Belê kongreya xwe pêk anî. Gek kes tevli bûn. Ji dervê welat jî gelek kes tevli bibûn. Kongre pir baş derbas bû. Serok bi taybetî ev tişt got: " Ez ê niha ji we re vê bibêjim. Ger ku li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê maseyeke bi du piyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî kurd hene. Gelên din jî hene. Divê hûn jî bibin piyek. Hûnê li wê bibin hêz. Ger ku maseyke sê pî be nakeve. Maseya dupî pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî wê bikeve. Ji ber wê hewldana me Kurd, piyê sêyem in. Ji bo piyê sêyem jî pêk bê mezinbûn divê'. Li gel hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîrove kir. Serok,'Divê kes û kesayet ne ji bo xwe, ji bo sazî û gelên xwe xizmetê bikin'.
 
DIVÊ JI GEL RE XIZMETÊ BIIN 
 
Nivê hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîroveyan kir. Serok got, 'Bila kes û şexsiyet ne ji bo xwe ji bo gel û saziyan xizmet bikin'. Ji rojnameyê re gelek silavên wî hebûn û ev tişt got: "Çapemeniyê xurt bikin. Alîkariyê bidinê. Ji hemû hevalên xebatkarên çapameniyê re pir pir silavan dişînim. Bila hem kovaran û hem jî televîzyonan xurt bikin."
 
'KÎ NIRXAN BI KAR BÎNE EZ Ê WAN EFÛ NEKIM' 
 
Min jê re got ku HDP'ê kongreya xwe bi protokol û beşdariyeke xurt li dar xistiye. Ji hevserokên berê û yên nû re gelek silav gotin û serkeftin ji wan re xwestin. Têkildarî partiyê jî ev tişt gotin: "Ji min tirê partî (HDP) di nav saziyên demokratîk de saziya herî bi hêz e. Partî bi kedê xurt dibe. Bi dayîna kedê bi hêz dibe. Bi gotina bi hêz nabe. Tu rewşa min dibînî newsa? 50 sal in ez ked didim. Heke ez bibihîzim ku kî/ê ji bo malbata xwe, ji bo xwe, ji bo xizmên xwe di saziyan de cih bigire û nirxan bi kar bîne, hesab ji bipirsim. Ev gel gelek bedelên mezin da. Ez ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz daye vî gelî. Ev gel ewqas bedel da. 50 sal in em ked didin, nirx hene. Me gelek bedel dane. Heke hûn bibin yek û bi hêz bibin hûn ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê pirsgirêkê bi nade çareserkirin. Di rastiyê de hêza çareseriyê hûn in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî." Min ji van nirxandinên wî hîn kir ku partiyê ji nêz ve dişopîne.
 
JI BO BAKURE SÛRIYEYÊ NIRXANDINÊN GIRÎNG 
 
Ji bo Sûriyeyê jî şîroveyan kir û ev tişt got: "Li Rojava gelek eşîrên ereb hene. Tûyê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji kesên ku li wir di saziyan de dixebitin re gelek silav û hurmetin min bibêje. Kesên li Rojava ked didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatan wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dimeşînin. Serkeftinê ji wan dixwazim. Tirkiye geh li cem Amerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rexistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûyînên li wir kurd ereb, ermen û xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelek rast e, silav û rêzên min bêyî ku cûdahî bikin navberê bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û ked didin."
 
'DÊ PIYÊ SÊYEMÊN BI KEDÊ ÇÊBIBE'
 
Serok ji bo çareseriyê got ku heke tu bibîn hêz dê her tiştî çareser bikî. Min jî jê re got, 'Tundî bi awayekî zêde berdewam dike. Tu dibêjî li derve hin tiştan bikin lê li Tirkiyeyê ew derfet nemane'. Serok, piştî vê bersiva min wiha axivî: "Dîsa jî hûn dikarin vêya bikin; hûn neçar in saziyên xwe xurt bikin. Heke hûn baş bixebitin dikarin encamên baş bigirin. Baş xebitandin çî ye? Xizmeta ne ji bo şexsan ji bo gel e. Têkoşîn bi vî rengî dibe. Tu min baş nas dikî Mehmet. Tu zanî ku min çawa têkoşîn daye. Min li dijî dayika xwe jî têkoşîn daye. Dema 7 salî bûm li dij derketim. Tu baş dizanî." Min jî got, 'Belê ez zanim. Te wisa kir.' Serok, di berdewamê de jî wiha got: "Her tişt bi têkoşînê, bi têkoşîna rast dibe. Hûn neçar in bibin hêz da ku hûn karibin van pirsgirêkan çareser bikin. Rojhilata Navîn û em nav lê bikin Pirsgirêka Kurd bi vî rengî dikari çareser bikî. Heke tu nebî hêz dê kes pirsgirêkê bi te nede çareserkirin. Em dibêjin mese de mese bi du pî ye. Hûn neçar in bibin piyê sêyemîn ê meseyê. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Heke vêya bikin dê bibe. Heke hûn  ked bidin dê bibe. Belê mese pêwîst e. Ev jî dê bi ked û xizmet dayîna gel re bibe."
 
'FIZÎKA WÎ LI ÎMRALIYÊ YE LÊ NÊRÎNA WÎ BI ME RE'
 
Serok me dizane. Min qet qal nekir. Belkî laş û fizîka wî li Girava Îmraliyê ye, lê nêrîna wî bi me re ye. Zane em çi dikin û çawa dixebitim. Minakek tenê bidim. Ji min re got, 'Tu jî dikarî li derdora xwe li Rihayê hin tiştan bikî. Peywir dikevin ser milê we hemûyan. Wiha bi paşvekişandin û bi rûniştinê nabe. Tu jî dikarî li wir ked bidî. Tuyê xizmet bidî. Tuyê jî bidî û ew hevalên te jî dê bidin. Ew gund hene û hevalên me hene. Ew tirkmen hene. Ji hemûyan re silavên min bibêje."
 
ÇI JI DESTÊ KÎ TÊ BILA BIKE 
 
Serok têkildarî tecrîdê jî ev tişt got: "Ez ji hemû kesên ku li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê li dijî tecrîdê têkoşîn didin re silavên xwe dibêjim. Li kuderê kurd hebin û li dijî tecrîdê têkoşîn dabin têkoşîna wan pîroz dikim. Di hêla tenduristiyê de gelek baş im. Ez zanim çawa bijîm. Tu min dibînî çawan im." Min jî bi qasî ku dît baş bû. Tenduristî û moralê wî di cih de bû. Got, 'serkeftinê dixwazim'. Min jî pirsa ku dê careke din hevdîtin çêbibe kir? bersiv neda pirsa min. Ev tişt got: "Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hûn pêşveçûnekê pek bînin dê her tişt çareser bibe. Lê heke hûn nekin jî dê berdewam bike. Dê hem tecrîd berdewam dike hem jî rêjandina xwînê berdewan bike. Bila herkes li gorî vê yekê tişta ji destî wî/ê tê bike."
 
MA / Ferhat Çelîk - Safiye Alagaş 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/03/2020
15:28 Jin di 8'ê Adarê de wê peyamên girîng bidin
15:23 Saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan Amedsporê
15:02 Xizmên Windayan ji bo jinên hatin windakirin edaletê xwestin
14:44 Hevjîna xwe kuşt û întîhar kir
14:21 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em bang li NY'ê dikin ku sûcdarên şer darizînin
14:12 Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn
13:52 Temel: Fêdeya tirsê tune ye
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn
13:07 Ji TJA'yê daxuyaniya 8'ê Adarê: Em jinan vedixwînin mewziyên berxwedanê
13:07 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Divê siyaseta şer bi dawî bibe
12:06 Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê
12:05 HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir
11:34 Kurd ji sedî 63,2'ê li sînorê birçîbûnê dijîn
Jinên Kurd ji sedî 87.1 betal in
11:31 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e
11:11 Rojnameger Akdenîz ê çavdêriya penaberan kir: Em li deriyê erdheja civakî ne
10:52 Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Esad xizmeta Tirkiyeyê dike
10:34 ‘Pêşiya mêrantî û mîlîtarîzmê bê girtin dê tundî bi dawî bibe
10:34 Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in
10:20 Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye
09:30 'Bira girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê jî bên berdan'
09:27 220 roj in di hucreyekê de ye: 'Îstixbaratvan' gefan lê dixwin
09:27 Der barê parêzerên jin de ku bûyera tacizê ragihandibû, lêpirsîn hat destpêkirin
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin