Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê

img

ŞENGAL - Di destpêka salên 2017’an êdî beşeke mezin a Êzidxanê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û gelek malbatên ku ji ber fermanê koçber bûbûn, vederiyan axa xwe. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê xwe rêkûpêk kirin û nîzama xwe ya leşkerî ava kirin û ewlehiya herêmê pêş xistin. Piştî avakirina YBŞ û YJŞ'ê şert û mercên jiyana li Şengalê bêtir asayî bû. 

Beriya salên 2017'an gelek Êzidiyên di destê DAIŞ'ê de hatin rizgarkirin. Piştî YBŞ û YJŞ hat avakirin li Şengalê ewlehî û aramî pêş ket û Şengal jî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê piştî vê pêvajoyê ku DAÎŞ negihiştî armanca xwe, li dijî Şengal û Êzidiyan dest bi gef û êrîşan kir. Êrîş, tenê bi gefan sînordar neman. Tirkiyeyê bi hevkariya nokerên xwe xwest li herêmê aramî û ewlehî çênebe, xelkê koçber bûyî venegerin xaka xwe û Şengal her wêran û vala bimîne. Ji bo bigêje armanca xwe ya dagirkeriyê êrîşên hewayî pêk anî. Dîsa Adara 2017’an bi pêşengiya ‘Pêşmergeyên Roj’ êrîşek li ser Xanesorê pêk hat. Di vê êrîşê de 12 endamên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan.  2 gerîlayên HPG'ê ku dixwazin navbeynkariyê bikin û şer rawestînin jî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa hevpîşeya me rojnameger Nûjiyan Erhan jî bu hedefa êrîşkaran û jiyana xwe ji dest da. Dema ku bûyer rû da, gel bi girseyî meşiyan cihê bûyerê. Gel rastî gulebaranê hat û Nazê Naîf a Endama Tevgera Jinên Êzidî bû, bû hedefa êrîşê û jiyana xwe ji dest da. Lê şervanên YBŞ'ê bergirî kirin û nehiştin pêşmerge pêşve bên û bikevin Şengalê. 
Di encama tevahiya vê pêvajoya qirkirin û tinekirina civaka Êzidî de armanca çete û palpiştên wan pêk nehat. Nagihên armanca xwe. Lewre hikûmeta Tirkiyeyê ku palpiştiya DAÎŞ'ê dikir, piştî têkçûna DAÎŞ'ê ew bi xwe êrîş kir û destkeftiyên Êzidiyan kir armanc. Ji dîrokê ve plangeriyên Tirkiye li herêmê hene. Ne tenê li ser Şengalê; Musil, Kerkuk hwd jî têde, herêmên Başûrê Kurdistanê ku weke ‘Sînorên Misaqî Milî/Sînorên Neteweyî’ pênase dike, dixwaze dagir bike. Hincetên cur be cur ji xwe re çêbike jî armanca wê ya esasî dagirkirina Kurdistanê  ye. 
 
PÊŞENGÊ ÊZIDIYAN ZEKÎ ŞENGALÎ KIRIN HEDEF
 
Di 15’ê Tebaxa 2018’an de balafirên TSK'ê ‘Mamê Civaka Êzidî’ Mam Zekî Şengalî kirin armanc. Hikûmeta Tirkiyeyê bi hedefgirtina Zekî Şengalî xwest civaka Êzidî bê pêşeng bihêle, nehêle di nav Êzidiyan de tifaq pêk bê. Lewre Zekî Şengalî weke ‘Stûna Tifaqa Êzidiyan’ tê dîtin. Bi hedefgirtina Mam Zekî Şengalî xwestin hêzên ewlehiya Êzidiyan belav bikin. Lê berovajî çêdibe, dewleta Tirk nagihêje armanca xwe, civaka Êzidî zêdetir xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derdikeve. Li hemberî van êrîşan tevahiya cîhanê bê deng û bê bertek ma û helwestek nehat nîşandan. Hem zilhêz, hem dewletên herêmê, nexasim jî dewleta Iraqê û herêma Kurdistanê li hemberî van êrîşan bêdeng man. Lê ji bo ku ev êrîş ne tenê li hemberî YBŞ'ê, di heman demê de binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye jî pêwist bû pêşî lê bihata girtin, lê bertek nahet nîşandan. Li gorî daneyên YBŞ û MXDŞ’ê heta niha Tirkiye 7 caran li ser Şengalê êrîşên hewayî pêk anîne. Ji van 2 heb bi balafirên şer, 5 heb jî bi balafirên keşfê pêk anîne. Êrîşên Tirkiyeyê yên pêk hatîn wiha ne:
 
*24’ê Nîsana 2017’an êrîşek pêk hat û di vê êrîşê de şervanekî YBŞ'ê(Gênco) û 5 Pêşmerge jiyana xwe jidest dan, 9 pêşmerge birîndar bûn. 
 
*15'ê Tebaxa 2018'an, dewleta Tirk bi balafiran êrîş kir û di êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, saet derdora 16'an rastî êrîşê  hat û jiyana xwe ji dest da. 
 
*13'ê Kanûna 2018'an balafirên TSK'ê geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de  3 karkerên ji Kobanê jiyana xwe jidest dan. Her sê karker ên bi navê Xelîl Qere Elî, Mistefa Hecî Qolanê û Mehmûd Xan Temo yên ji gundê Helincê yê Kobanê bûn, ji bo debara xwe li herêmê dixetin.
 
*4’ê Mijdara 2019'an saet 13:10’î de Tirkiyeyê careke dîtir bi balefirên keşfê yên bi çek (SİHA) êrişî baregehên YBŞ'ê kir. Di encama vê êrîşê de 3 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn. 
 
*5’ê Mijdara 2019’an Gundê Barê yê bi ser Şengalê ve rastî êrîşa balafirên dewleta Tirk hatin. Di vê êrîşê de kesan jiyana xwe ji dest naden lê gelek ziyana maddî çêbûn. 
 
*19’ê Mijdara 2019’an saet derdora 10:30’î balafirên Tirkiyeyê ên keşfe (SÎHA) li Xanesorê careke dîtir baregeha YBŞ'ê bombebaran kir. Di bomberdûmanê de 5 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn. Şervanê YBŞ'ê Egîd Şengal ê di encama êrîşê de birîndar bûn, 20’ê Mijdarê li nexweşxaneyê dema tê dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
* 15'ê Çileya 2020’î Tuirkiyeyê dîsa êrîş tîne ser gundê Dugurê yê girêdayî nehiyeya Sînunê ya Şengalê. Di êrîşê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û Hemîd Şengalî, li gel şervanên YBŞ'ê Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî jiyana xwe ji dest dan. 
 
DI DIJÎ ÊRÎŞAN YBŞ'Ê XWE BÊTIR XURT KIR
 
Di van êrîşan de Tirkiye armanc kir ku civaka Êzidî ji hev belav bike, nehêle vegerin xaka xwe, hêzên xwe yên ewlehiyê çêbike û pergaleke xwe ya xwerêveberiyê çêbike. Lê YBŞ'ê li hemberî van êrîşan rêxistina xwe xurtir kir û xwe bihêztir kir.  Di vê heyamê de gelek gef û gurrên dewleta Tirk li ser Êzidxan û destkeftiyên Êzidiyan çêbûn. Lewre KCK eşkere kir ku civaka Êzidî ji fermanê hatiye rizgarkirin. KCK'ê diyar kir ku naxwazin dewleta Tirk bi hebûna gerîla ya li herêmê bike hincet û destkeftiyên Êzidiyan bikevin metirsiyê. KCK raber kir ku êdî YBŞ-YJŞ dikare civak û axa xwe biparêze, têra xwe dike, lewre gerîla ji qadê vedikşînin. Piştî daxuyaniya KCK'ê ya 01 Nîsana 2018’an gerîlayên HPG-YJA STAR’ê ji raya giştî re ragihand ku ji Şengalê vedikişin.  Her çiqas gelê Êzidî nexwestibe gerîla ji qadê biçe jî piştî ku peywira xwe pêk tîne, ewlehiya Êzidxanê têkûz dike, zarokên wê xakê ji aliyê leşkerî ve ji bo ku bikaribin ji her aliyî ve li hemberî her kesî xwe biparêzin rêxistin kir û erka xwe bicih anî ji qadê vedişiya. YBŞ-YJŞ ji aliyê pergala leşkerî ve xwe rêxistin kir û bi artêşa Iraqê re jî hiqûqê xwe danî. Têkiliyên YBŞ'ê yên bi dewlet û artêşa Iraqê re li ser esasê tifaq û hevkarî pêk tên. Dîsa YBŞ weke beşeke leşkerî ya artêşa Iraqê tê qebûlkirin û naskirin. Hewldan hene ku di nava destûra Iraqê de hiqûq û cihekî civaka Êzidî û destkeftiyên wan hebin. Di vê dorhêlê de asteke baş a têkiliyan bi dewleta Iraqê hatiye sazkirin û ev di asta herî jor de tên kirin. YBŞ, di encama vê tifaqê de heta niha gelek operasyon û pêngav bi artêşa Iraqê, Heşdî Şabî, ango bi hêzên dewleta Iraqê yên fermî re pêk anîne. Çi li Şengalê, çi li derveyî Şengalê gelek operasyon bi hev re hatine kirin.
Piştî DAÎŞ hem ji herêma Şengalê, hem jî ji Musil û derdorê wê tê paqijkirin, hêzên parastinê yên Êzidxanê ji nû ve xwe li herêmê rêk û pêk dikin û dest bi têkûzkirina nîzama leşkerî û asayîşê dikin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê leşkerî ve, YBŞ-YJŞ weke hêzên leşkerî dibe xwedî asûn û erk; ji aliyê dî ve Hêzên Asayîşa Sivîl, Polîsê Trafîkê hwd tên avakirin. Ev hemû hêz jî di bin banê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de tên komkirin û hiqûqê wan tê çêkirin. Dîsa bi hikumeta navendî re di encama danûstandinan de asta têkilî û hiqûqekê tê danîn û hêzên leşkerî yên Êzidxanê bi awayekî fermî nav nîzama ewlehiya Iraqê de cihê xwe digirin û hiqûqê wê ji aliyê artêşa navendî ya Iraqê ve jî tê qebûlkirin. 
 
RÊXISTIN Û SAZÎ JI NÛVE LI ŞENGALÊ HATIN AVAKIRIN
 
Li Şengalê piştî rizgarkirina bajêr ya ji çeteyên DAÎŞ'ê re, ne tenê di warê leşkerî de, di warê avadanî û ji nû ve sazûmaniya civakî de jî gelek geşedan û pêşketin pêk hatin. Meclîsa Şengalê ku di rewşên awarte de ava bûyî, xwe li gorî ji nû ve sazûmaniyê rêkûpêk dike û dest bi xebatên xwe kir. Di vê dorhêlê de gelek sazî û rêxistinên civaksazî û avadaniyê tên avakirin. MXDŞ di çarçoveya xebatên civakî de navenda bajarê Şengalê jî tê de li her komalgeh û gundên wê meclîs û komunên gel ava dike. Di van meclîsan de civak bi rêkûpêkî li hev dicive û pirsgirêkên xwe guftugo dike û jê re li gorî derfetan çareserî digere. Tevahiya saziyên Şengalê bi şêwaza hevserokatiyê xwe rêxistin kiriye û bi rêve dibe.
 
Di serî de di qadên tenduristî û perwerdehî de gavên şênber hatine avêtin. Nexweşxane hatine vekirin û di van nexweşxaneyan de gel, piranî bê pere yan jî bi pereyekî pir kêm tê tedawîkirin. Her wiha di nexweşxaneyên gel de derman bê pere ji gel re tên dayîn. Dîsa şaredariya Şengalê, li ser esasê şaredariyên gel, li her komalgehekê şaredariyekê peywirdar kiriye û bi awayekî kolektîf xebatên xizmetguzarî tên kirin. Di serî de pirsgirêkên gel ên weke av, kehrebe/ceyran, rêya qîr a gundan hwd tên çareserkirin. Li gorî derfetan sotemeniya ji bo zivistanê ji gel re tê belavkirin. 
Mijareke din a ku di bin banê MXŞD’ê de hatî pêşxistin qada perwerdê ye. Navenda Şengalê jî tê de li gelek komalgehan dibistan hatine vekirin û seranserî rojê perwerde tê dayîn. Li dibistan û medreseyan hem bi zimanê Kurdî, hem jî bi zimanê Erebî perwerde tên dayîn. 
 
Polîtîkyên li ser Şengalê bi êrîşên dewleta Tirk ve jî sînordar namînin. Piştî hewqas êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, niha jî ketiye rojevê ku dê li herêma di navbera Zûmmar û Şengalê de kampeke DAÎŞ’iyên girtî û malbatên wan bê çêkirin û DAÎŞ’î di vê wargehê de bên ragirtin. Her çiqas angaştên ku dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî di nav xwe de ji bo vê mijarê nîqaş hatiey kirin û birayar girtine, hebin jî, hem ji civaka civaka Êzidî, hem jî civakên Erebî, serokeşîrên Êzidî û Ereb nerazîbûn nîşanê vê biryarê didin û fikarên xwe tînin ziman. Her wiha tê angaştkirin ku di parlamentoya Iraqê de li hemberî vê mijarê hejmerek (nêzî 30 wekîlan) parlementeran îmze kom kirine ku ev biryar bê betalkirin û sekinandin. 
 
NAKOKIYÊN DI NAVA HIKÛMETA IRAQ Û KURDISTANÊ DE DIDOMIN
 
Hêj travmaya civakên herêmê ya ji ber DAÎŞ'ê, nexasim jî travmaya civaka Êzidî neqediyayî, hêj birînên xwe nepêçayî, rojevkirina mijareke vê travmayê kûrtir kir. Hişt ku fikar û gumanên civaka Êzidî yêm metirsiya qirkirinê neqedin. Lewre berdevk û nûnerên saziyên Şengalê diyar dikin ku dê bi tundî li dijî biryareke wiha derkevin. Destûr û riza nîşanî hewldaneke wiha nadin!
Hêj jî di navbera hikûmetên Iraq û Kurdistanê de nakokî û hevrikiyên ciddî hene ku dixwazin li ser herêma serwer bibin. Ji bo wê tê angaştkirin ku di navbara her du hikûmetan de bazarî tên kirin ku careke dîtir pêşmerge bikeve Şengalê û bi rêve bibe. Lê belê jixwe niha li Şengalê hem hêzên xwe yên leşkerî (YBŞ) hem Aşayîş û polîsên xwe yên trafîkê hene û girêdayî MXDŞ’ê ne. nûnerên MXDŞ’ê diyar dikin ku ji bilî her hewldan û nêzikatiya bê raberkirin, li dijî îradeya civaka Êzidî ye ne ji bo çêkirinê ji bo xirabkirinê dê bihesibînin û helwestan wan dê li gorî vê be. Her wiha diyar dikin ku ji bilî saziyên ku ji aliyê zarokên vê civakê ve hatî avakirin û bi bedelên giranbiha hatî pêşxistin ti hêz û qebûl nekin. Bi kurt û kurmancî di demeke ku Şengalê birînên xwe piçekî pêçayî de ji nû ve pêşketina nîşaneyên aloziyê nediyariyê bi xwe re tîne û nahêle ku aramiyeke mayînde li herêmê pêk bê. 
 
MA / Mem Avba
 
 
 

Sernavên din

07/03/2020
15:28 Jin di 8'ê Adarê de wê peyamên girîng bidin
15:23 Saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan Amedsporê
15:02 Xizmên Windayan ji bo jinên hatin windakirin edaletê xwestin
14:44 Hevjîna xwe kuşt û întîhar kir
14:21 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em bang li NY'ê dikin ku sûcdarên şer darizînin
14:12 Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn
13:52 Temel: Fêdeya tirsê tune ye
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn
13:07 Ji TJA'yê daxuyaniya 8'ê Adarê: Em jinan vedixwînin mewziyên berxwedanê
13:07 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Divê siyaseta şer bi dawî bibe
12:06 Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê
12:05 HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir
11:34 Kurd ji sedî 63,2'ê li sînorê birçîbûnê dijîn
Jinên Kurd ji sedî 87.1 betal in
11:31 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e
11:11 Rojnameger Akdenîz ê çavdêriya penaberan kir: Em li deriyê erdheja civakî ne
10:52 Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Esad xizmeta Tirkiyeyê dike
10:34 ‘Pêşiya mêrantî û mîlîtarîzmê bê girtin dê tundî bi dawî bibe
10:34 Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in
10:20 Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye
09:30 'Bira girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê jî bên berdan'
09:27 220 roj in di hucreyekê de ye: 'Îstixbaratvan' gefan lê dixwin
09:27 Der barê parêzerên jin de ku bûyera tacizê ragihandibû, lêpirsîn hat destpêkirin
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin