ŞIRNEX – Tê gotin li Cizîrê, xwediyên qafeyên ku piştî qedexeyên derketina derve hatine vekirin, nahêlin xebatkarên wan bi kurdî biaxivin.
Li Cizîra Şirnexê, piştî qedexeyên derketina derve yên di 2015-2016'an de hatibûn îlankirin, li bajêr polîtîkayên cur bi cur tên pêkanîn. Ligel polîtîkayên tiryak û fuhûşê, di çarçoveya polîtîkayên asîmlasiyonê gelek tişt tên kirin. Di demên dawî de ev tişt li qafeyan jî tê kirin. Bi taybetî jî li qafeyên ku ji hêla kesên nêzî AKP'ê û endamên Egîtîm-Bîrsenê ve hatine vekirin, xwediyên wan nahêlin xebatkar bi kurdî bi mişteriyan re biaxivin û stranên nîjadperest ên wekî "Olurum Tirkiyem" tên guhdarîkirin.
‘BI KURDÎ BIAXIVE JÎ MECBÛRÎ BI TIRKÎ BERSIVÊ BIDÎ'
Me ji xebatkarekî qafeyekê pirsî "Çima hûn bi kurdî naaxivin?", xebatkarê qafeyê got: "Axaftina bi kurdî qedexe ye, patron nahêle." Personelê vê kafeya ku hema bêje bi milyonek hatiye çêkirin got: "Gel bi kurdî diaxive. Em jî wekî din bi kurdî diaxivin, lê li kafeyê nahêlin. Gava mişterî bi kurdî baixive jî em mecbûr in bi tirkî bersivê bidin. An jê wê me ji kar derxin. Heta hin mişterî bertek nîşan didin, 'Madem tu bi kurdî fam dikî nexwe biaxive.' Wekî din em diaxivin, lê ji ber ku li vira qedexe ye em nikarin baixivin. Gava em biaxivin jî em hêdî diaxivin."
Xebatkarê qafeyê destnîşan kir ku helbet ew jî nerihet dibin û got: "Gelek kes gava dibînin kurdî qedexe ye hew tên. Heger ne ji mecbûrî be em jî nedisekinîn, em ê biçûna. Lê halê herêmê li holê ye, bi rastî jî kar bi destê me nakeve. Ji mecbûrî em dikin."
Her wiha xebatkarê qafeyeke din ku piranî polîs û karmend diçinê jî got: "Gava hevalekî me bêhemdê xwe bi mişteriyekî re bi kurdî biaxive, demildest patron an jî kesê berpirsiyar ew îkaz dike. Patron dibêjin, 'Li vira mişteriyên me yî bijare hene. Ji ber kurdî nerihet dibin. Nebî nebî careke din bi kurdî xeber nedî an jî here.' Ew kesên 'bijare' jî polîsên ku ji rojavayê Tirkiyeyê hatine."