ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, diyar kir ku jinan bi pergala hevserokatiyê xwe afirandine û got, ew ê beriya 8'ê Adarê Navenda Jinê ya SELÎS'ê ku qeyûm girtibû dîsa vekin.
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, diyar kir ku jinan bi pergala hevserokatiyê xwe afirandine û got, ew ê beriya 8'ê Adarê Navenda Jinê ya SELÎS'ê ku qeyûm girtibû dîsa vekin.
PERGALA HEVSEROKATIYÊ
Korkmaz, qeyûmê di sala 2016'an de hatibû tayinkirin bibîr xist û got, tenê ne li Êlihê li tevahiya şaredariyan qeyûman ewilî berê xwe daye jina. Korkmaz, destnîşan kir ku qeyûman xwestiye pergala hevserokatiyê ji holê rabikin û got: "Jin bi pergala hevserokatiyê xwe diafirînin. Vîna xwe di rêveberiya bajarekî de dibînin. Loma pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e."
Korkmaz, destnîşan kir ku hê jî di warê heqdestî û karî de kotaya jinê pêk nehatiye û got: "Di bin banê şaredariya me de nêzî 2 hezar û 200 xebatkar hene. Ji van xebatkaran tenê 225 jê jin in. Sedema vê jî qeyûm in ku jin ji kar derxistibûn. Niha em dixwazin di vî warî de kotaya jinê bikin ji sedî 50'î."
WÊ JI NÛ VE SELÎSÊ AVA BIKIN
Her wiha Korkmaz bal kişand ser saziyên jinan ên hatine girtin jî û got, ew ê Navenda Jinê ya SELÎS'ê ku qeyûmê berê ew girtibû ji nû ve vebikin. Korkmaz, diyar kir ku ew ê beriya 8'ê Adarê SELÎS'ê vebikin. Korkmaz, 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê pîroz kir û got: "Ji bo parastina pergala hevserokatiyê û hemû mafên xwe divê em dakevin qadan."