WAN - Di ser erdheja Elbakê re 11 roj derbas bûne, lê belê hê jî pirsgirêkên mexdûran nehatine çareserkirin. Gundiyên ku di warê paqijî, germkirin û hêwirandinê de zehmetiyê dikişînin, ji bo pêdiviyên xwe serlêdan kirine lê belê hê jî serlêdanên wan nehatine bersivandin.
Di erdehja ku li bajarê Xoyê yê Îranê pêk hatibû de, li navçeya Elbak a Wanê 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû û li 5 gundan gelek avahî xesar dîtibûn. 11 roj di ser erdhejê re derbas bûne, lê belê jî pirsgirêkên welatiyên li gundên Elbakê nehatine çareserkirin. Yek ji gundên ku zêde xesar ji erdhejê dît jî gundê Qiratiyê ye. Li gund zêdetirî hezar heywan di bin kavilan de mabûn û miribûn. Ji ber ku konên hatin dayîn têr nakin, welatî zehmetiyê dikişînin.
'SERLÊDANÊN ME NAYÊN BERSIVANDIN'
Nabî Kaya ku gelek heywanên wî mirine, anî ziman ku heywanên wan ji serma dimirin. Kaya, diyar kir ku alîkariyên hatine bi awayekî rêk û pêk nehatine belavkirin û bi rojane heywanên wan li derve li ber sermayê ne. Kaya, got: "Me ji bo heywanên xwe kon xwestin, lê me eware dikin. Çi dibe bira bibe divê ev mesele hel bibe. Cihekî em pê de biçin tuneye. 20 heywanên min di bin kavilan de telef bûn. 10-15 heywanên min jî ji ber sermayê. Cihekî ku em heywanên xwe têxinê tuneye. Ji ber ku kaya me jî di bin kavilan de maye, hindik maye heywanên me yên heyî ji birçîna bimirin. Em ji bo heywanên xwe kon û kayê dixwazin."
10 KES DI KONEKÎ DE DIMÎNIN
Her wiha Kaya anî ziman ku konê ku ew tê de dimînin jî hem biçûk e hem jî teng e û got: "Em sê malbat di konekî de dimînin. Her wiha em 40 dewarên xwe jî dixin cihekî şûna 4 heywanan. Her der xera bû, em nikarin ava bikin. Li vê navçeyç 4 tax xera bûn. Ma 82 bajarên welêt nikarin pêdiviyên van çar taxan pêk bînin? Dewlet dikare van gundan ji nû ve ava bike. Demildest divê bike. Kes guh nade me. Em tenê li gor lazmatiya xwe konan dixwazin. Mal û milkên me di bin kavilan de man. Qet nebe bira heywanên me nemirin."
Salîh Kaya jî got: "Dewlet guh nade me. Ev qas roj derbas bûne, hê jî heywanên me li derve ne. Em ji erdhejê filitîn, lê em nikarin xwe ji sermayê xelas bikin. Dewlet dikare ça rgundên xera bûne ji nû ve ava bike. Em tenê li gor lazmatiya xw ekonan dixwazin. Niha êm tuneye em bidin heywanên xwe. Konên ji bo heywanan dane biçûk in. Heywanên me li derve ne. Em heta sibehê nobeta wan digirin. Her diçe em bêtir perîşan dibin. Em tenê debara xwe bi heywanan dikin. Heger heywanên me jî biçin em ê ji birçîna bimirin. Bira dengê em bibihîsin. Bang dikim; werin hela bê dikarin hûn rojekê jî di van şertan de bijîn."
MA / Adnan Bîlen
Kamera: Mesût Bagci