MÊRDÎN – Baroya Mêrdînê bertek nîşanî girtina endamê xwe parêzer Alî Kahraman da û xwest hevpîşeyê wan demildest were berdan.
Parêzer Alî Kahraman ê di 29’ê sibatê de li Mêrdînê hat binçavkirin piştî du rojan hat girtin û ew şandin girtîgeha Mêrdînê. Baroya Mêrdînê têkildarî girtina Kahraman daxuyanî da û bertek nîşan da. Daxuyanî li avahiya baroyê hat dayîn û bi dehan parêzer beşdar bûn. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk daxuyanî da û bertek nîşanî girtinê da û xwest hevpîşeyê wan demildest were berdan. Elîk got ew geşdanên hiqûqî yên derbarê Kahraman de dişopînin.