STENBOL - Jinan cenazeyê endama MKP'ê Aysel Koç a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê jiyana xwe ji dest da, danîn ser milê xwe û bi dirûşmeya "Jin, Jiyan Azadî, Şehîdên şoreşê namirin" birin goristanê û spartin axê.
Endama Partiya Komînîst û Maoîst (MKP) Aysel Koç a li Girtîgeha Jinan a Sincanê ya Enqereyê jiyana xwe ji dest da li Goristana taxa Gaziyê ya Cebecî defin kirin. Jinan darbesta Koç danîn ser milê xwe û birin Cemxaneya Gazî ya li taxa Gaziyê. Jinan wêneyê ku li ser "Aysel Koç namir e" nivîsandibûn, bilind kirin darbest danîn ser milê xwe û meşiyan. Di merasima cenaze de endam û rêveberên CHP, ESP, Federasyona Meclîsa Sosyalist (SMF) û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA û bi çekên lûledirêj li dora goristanê kom bûn. Lê jinan darbest danîn ser milê xwe û bi tilîlîyan heta cemxaneyê meşiyan û piştî wecîbeyên olî, heta goritanê meşiyan û li Goristana Cebeci Yayla defin kirin. Jinên tev li merasima cenaze bûn li vir bê navber dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîdên şoreşê nemir in" berz kirin.