Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome

img

WAN - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, rapora girtîgehên Herêma Derya Reş aşkere kir û diyar kir ku îşkenceya li girtîgehan didome. Komîsyonê anî ziman ku girtî rastî lêgerîna tazî tên û Metin Aktin li dijî van zextan ji 13'ê Sibatê de di greva birçîbûnê de ye. 

Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê têkildarî rewşa girtîgehên Derya Reş, li avahiya Baroya Wanê rapor aşkere kir. Komîsyonê rapora ku der barê Girtîgeha Tîpa E ya Ordu, Tîpa L a Espiye ya Gîresunê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê de amade kiribû bi raya giştî re parve kir. Endamên komîsyonê û parêzerên baroyê di civînê de amade bûn. Endamê Komisyonê Cuneyt Ergun, anî ziman ku wan li ser name, hevdîtin û agahiyên di çapemeniyê de hatine belavkirin çûn li girtîgehan ziyaret pêk anîn û rapor amade kirin. Ergun, anî ziman ku mafê girtiyan ên kovar, rojname û pirtûkan bi hinceta "qedexe ye" tê binpêkirin û daxwaza girtiyan a revîr û nexweşxaneyan mehek şûnde pêk tê. Ergun, da zanîn ku girtî tevî kelepçeyan tên dermankirin û wiha got: "Girtiyên nexweş li şûna ambulansê bi maşîneyên ringê dibin û tînin. Li odeyên qelebaliq tên rawestandin. Mafê werzîşê di asta herî kêm de tê girtin. Diza mafê sohbetê tê astengkirin. Mafê wan ê civakî tên astengkirin. Girtî Metîn Aktin ji ber rastî zext û tundiyê dê ji 13'ê Sibatê de di greva birçîbûnê de ye." 
 
Ergun, anî ziman ku rayedarên girtîgehê bi keyfî û li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî tev digerin û zagon û mafên mirovan binpê dikin. Ergun, têkildarî binpêkirina mafan bang li Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Tendiristê û Komîsyona Lêkolîn û Venêrtina Mafên Mirovan a Meclîsê kir û xwest erka xwe pêk bînin. 
 
Rapora têkildarî rewşa girtîgehan wiha ye: 
 
GIRTÎGEHA TÎPA L A ESPIYE YA GÎRESÛNÊ 
 
Rojnameya Yeni Yaşam bi hinceta "Qedexe ye" nadin wan. Bê navber li odeyan lêgerinê dikin. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê li odeyên rawestandinê di nava girtiyên sûcên cuda de didin rawestandin. Girtiyên ku 5 meh berê hatine vir hêj pirtûkên wan nedane wan. Mafê wan ê civakî tê binpêkirin. Girtî Mehmet Reşit 45 roj berê ji Girtîgeha Mêrdînê anîne Giresûnê û 45 rojin di odeya yek kesî de tê girtin. Li kawîşên 8 kesan 24 girtî tên hiştin. Girtî gelek caran bê nefes tên hiştin. Malzemeyên ku girtî ji kantînê dikirin bi buhoyê pir zêde tên firotin. Dîsa malzemseyên bê qalîte didin girtiyan. Girtiyên nexweş dermanê wan bi rêk û pêk û di dema wan de natin wan. Girtî Mehmet Emin Susin nexweşê şekir e û nexweşiya wî giran e. Bi tena serê xwe nikare girtî bimîne. Dîsa girtî Mehmet Darga nexweşê tansiyona bilind e û nexweşî lê giran dibe. Gurçikên girtî Aydın Genç îflas kirine û nexweşê giran e. 
 
GIRTÎGEHA BEŞÎKDUZU YA TRABZON, 
 
Girtiyên hatin vê girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatin. Girtiyên ev yek qebûl nekirin rastî îşkenceyê hatin. Bi zorê cilê wan ji wan hatin kirin. Gardiyan bi keyfî nêzî girtiyan dibin û gefan li wan dixwin. Girtiyên yekem car tên vê girtîgehê bi mehan di hucreyan de ten girtin û rastî cezayê hucreyê tên. Girtî Metîn Aktin dema yekem car anîn girtîgehê nêzî 2 mehan di hucreya yek kesî de hat girtin û ji 13.02.2020'an heta niha di greva birçîbûnê de ye. 
Girtî ji ber pêkanînên keyfî qebûl nakin, rastî tundî û gefên gardiyanan tên. Gardiyanên suc dikin der barê wan de lêpirsîn nayê vekirin û hesab nayê pirsîn. Di kawîşên 8 kesan de 16 kes tên girtin. Mafê wan ê spor û civakî tê astengkirin û sînorkirin. Ji bo her girtiyekî sînorê 4 pirtûkan anîne. Pirtûkên biryara qedexeyê tune bin jî bi keyfî tên astangkirin. An jî pirtûkan dereng didin wan. Girtî 7-8 saetan di maşîna ringê de dibin nexweşxaneyan û tevî kelepçeyan tên rawestandin. Zorê li girtiyan dikin ku nasnameyê bi xwe re bibin. Mafê girtiyan ên malzemeyên Kırtasiye cilên binî û goreyan nadin wan. Malzemeyên kantinê bi buhayekî pir zêde didin girtiyan. Malzemeyên ku aydî girtîgehê nin dixwazin bifiroşin girtiyan. Pereyên ceyranê ji girtiyan distînin. Daxwazên girtiyan her dem tê daloqkirin û nayê çareserkirin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA L A KALKANDERE YA RÎZEYÊ 
 
Hemû girtiyên siyasî li 4 kowîşan hatine belavkirin. Her kawîşek li blokekê belav kirine. Girtî bi tu awayî nikarin agahî ji hev bistînin. Mafê girtiyan ên çandî û civakî ji destê wan tê girtin. Daxwaza girtiyan a sewqa nexweşxaneyê  8 meh şûnde tê bersivandin. mafê Sporê tê sînorkirin. Mafê sohbetê tê astengkirin. Girtiyên yekem car tên vir rastî lêgerîna tazî tên. Girtiyên vê yekê qebûl nakin jî rastî îşkenceyê tên. Girtî Kemal Yiğit û Murat Bakudan têkildarî vê yekê serlêdana sûc kirine û pêvajoya darizandinê didome. Girtiyê 60 salî Mehmet Ogan nexweşê dil e û nikare bi tenê bijî. Girtiyê 66 salî Bedrettin Barol  nexweşê dil û tansiyonê ye û nikare bi tenê bijî. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA M A BAYBURTÊ 
 
Li vê girtîgehê tenê 2 girtiyên siyasî yên mêr hene. Girtî dixwazin biçin girtîgehek din, lê ev daxwaza wan bê bersîv tê hiştin. Girtî di tecrîdê de dijîn. 
 
 

Sernavên din

05/03/2020
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'
09:38 Ji bo valakirinê muhlet dan gundê Şikeftan
09:37 Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî
09:32 Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe
09:30 Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal'
09:29 Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin
09:29 Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin
09:28 'Li derve kar, li malê aramî tuneye'
09:14 Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me awayekî cuda yê têkoşînê nîşanî cîhanê da
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN
08:06 Polîsan rojnameger Bariş Terkoglu binçav kirin
03/03/2020
23:27 Nûçegihanê me Sayilgan ji girtîgehê derket
20:25 Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
18:19 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn
17:14 Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê
16:45 Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê der sînor kirin
16:41 Malbata Koç cenazeyê Aysel Koç ji saziya tipa edlî wergirtin
16:17 Nûçegîhanê me Sayilgan li ser îtîrazê hat berdan
16:16 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
16:13 'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
16:02 Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
15:53 Onder Babat bi bîr anîn
15:37 Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin
15:20 Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin
15:00 ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’
14:46 Sancar: Di şerde xizan winda dikin
13:57 ‘Tu kes ji keyfî koç nake: Tirkiye û Ewropa sûc dikin
13:50 Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan
13:47 Elîaçik: Diyanet kirinên dewletê meşrû dike
13:38 Li 3 navçeyan nehiştin endamên meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
13:10 ‘Ji bo heqîqet neyê ragihandin rojnamegeran binçav dikin’
12:58 Koprudaş ji bo piştevaniya penaberan diçin Edîrneyê
12:53 Girtiyê kirin hucreyê 20 rojin di greva birçîbûnê deye
12:07 Piştî çend rojan di bin berf û sermayê de serê xwe şûştin
11:49 Polîsan li gundekê Sûrê bi ser malan de girtin
11:28 Teknîkereke jin a karê înşaetê dike: Dixwazin wekî mêr tev bigerim
10:38 Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da
10:32 Serokê TTB'êAdiyaman: Zû dereng dê Vîrûs bigêje Tirkiyeyê
10:18 Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan
10:11 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
09:51 Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an
09:26 Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê
09:25 Hem li malê hem jî li nav erdan keda wan tê binpêkirin
09:24 Piştî Deriyê Xabûrê hat girtin her tişt biha bû
09:23 ‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'
09:22 Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:22 Dayika Surme ku 6 kurên wê û hevjînê wê hatibûn girtin: Wê têkoşîna dayikan bi ser bikeve
09:21 Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN
02/03/2020
17:08 Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
16:41 Li Hatayê ÎHA'yek ket
16:36 Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan
16:25 Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye
16:16 Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
16:00 Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
15:31 Li ser sûrên Amedê awazên jinan
14:43 Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê
14:29 Ji ser sînorê Yewnanîstanê xeberên mirinê tên
14:09 Ji qaymeqamiyê daxuyaniya hewldana revandinê
13:59 TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe
13:47 Ji ÎHA’yê nûçeya sosret!
13:44 Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
13:33 Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin!
13:25 Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan hat girtin
13:13 Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
12:50 Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
12:43 Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici
11:51 Li Wanê rêya 112 gundan hat girtin
11:48 Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
11:46 Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê!
11:11 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî
11:01 2 amerîkiyên krîtik tên serdana Tirkiyeyê
10:59 Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin