WAN - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, bi komeke HDP'î re çû serdana gundên ku li navçeya Elbakê ji ber erdhejê hilweşiyabûn û pirsgirêkên mexdûrên erdhejê guhdar kir.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, hevşaredarên Elbakê Şengul Polat û Erkan Acar û Hevşaredara Bêgiriyê Leyla Balkan ku qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin jî di nav de bi komeke HDP'î re çû serdana gundên ku li navçeya Elbakê ya Wanê ji ber erdhejê hilweşiyabûn. Ûca, destpêkê çû serdan gundê Elbisê û bi malbatên ku di bin konan de ne re hat gel hev û pirsgirêkên wan guhdar kir. Ûca, piştre jî derbasî gundê Elezî bû û serda şîna malbata Mevlût Tûrca ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabû, kir. Ûca, piştî serdana şîna malbat Tûrca, derbasî gundê Qiratiyê bû u gilî û gazindên mexdûrên erdhejê guhdar kir. Ûca, li vir xîtabî mexdûrên erdhejê kir û ev tişt got: "Nebî hûn xwe tenê bihesibînin. Em êşa we hemuyan di dilê xwe hîs dikin. Her çiqas em bi astengiyan re rû bi rû bimînin jî dê kes nikaribe pêşî li piştevaniya me ya ji bo bigire." Piştre Ûca û heyeta pêre serdana xwe ya li herêma erdhejê bi dawî kirin û ji gundan veqetiyan.