MÊRDÎN - DEDAŞ'ê beriya 15 rojan "deynê cotkaran" hinceta nîşan dabû û ceyrana nêzî 30 gundî birîbû. Li ser bertekan zêde DEDAŞ'ê ceyrana van gundan berda. HDP'ê jî encamên lêkolîninên ku kiribû parve kir.
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), beriya 15 rojan bi hinceta "deynê cotkaran" li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, ceyrana bîrên sondajê û malan ên nêzî 30 gundî birîbû. Girêdayî birîna ceyranê gundî, di tariyê de bêav dimînin. Li ser bertekên zêde yên gundiyan DEDAŞ'ê ceyranê ji bo gundiyan berda. DEDAŞ'ê têkildarî mijarê tu daxuyanî neda û gundiyan ragihand ku ceyranê wan hatine. Bi hatina ceyranê re pirsgirêka avê niha li gundan çareser bûye. Lê gundî, diyar dikin ku pirsgirêk bi mehan e berdewam dike û garantiya careke din nebirîna ceyranê tuneye. Gundîyan, ji bo çareseriya mayînde bang li rayedaran kirin.
JI HDP'Ê HIŞYARÎ
Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Mêrdînê û Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, têkildarî miajarê lêkolîn kirin. Lêkolîna hatiye kirin, bi daxuyaniyeke çapameniyê, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê hat şakerakirin û agahiyên ku hatibûn bidestxistin bi raya giştî re hatin parvekirin. Serokê HDP'a Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir rewşa ku li gundan tê jiyîn, derveyî hiqûq û wijdan e û wiha got: "Birîna ceyranê hem dibe sedema mexduriyetan hem jî dibe sedema derketina pirsgirêkên tenduristiyê. Divê ku rayedar ji pirsgirêkê çareseriyek bibînin. Em weke HDP li cem gel in."