AMED - Mele Hacî Kadah, banga Diyanetê ya ji bo “Mertala Baharê” ya TSK’ê li hemû mizgeftan Sureya Fetihê bên xwendin rexne kir û got: "Quran van tiştan qebûl nake. Ev derketina ji rêya Xwedê ye."
Piştî 36 eskerên TSK'ê di şerê li Idlibê de jiyana xwe ji dest dan, Diyanetê xwest ji bo piştgiriya “Tevgera Mertala Bahar” a TSK li hemû mizgeftên Tirkiyê Sureya Fetihê bê xwendin. Mele Hacî Kadah bertek nîşanî banga Dîyanetê da. Kadah, bibîrxist ku Diyanetê di şerê li Efrînê de jî bangeke wisa kiribû û got: “Sureya Fetihê a Peymana Hudeybiyê ye. Pêxember bi muşrikan re li hev kir û aştî çêkir. Xwest mirov neyên kuştin. Peymana sulhê ye. Tu sureyên ji bo ku mirov rabin biçin mirovan bikujin û welatekî din dagir bikin di Quranê de tune."
Kadah, diyar kir ku cihê banga Diyanetê ya xwendina Sureyê Fetîhê ya ji bo şer di olê îslamê de tune wiha axivî: “Ew bi xebera Xwedê nakin. Bi xebera serdestên xwe yên dinyayê dikin. Kesên bi navê diyanetê an jî îslamiyetê mirovek vê yekê bikin têkiliya wî bi îslamiyetê tune. Serokomar Erdogan gotiye ‘gelê Sûriyê gazî me kir, ji ber wê em çûn ketinê' Gelo gele Efrînê, yê Îdlîbê, Serêkaniyê û Girêspî gazî vê dewletê kirin gotin ‘werin bi tank, top û firokan li me bixin?’ Me rojekê ev tişt nebîhist, dinyayê jî ne bihîst. Tişta ew dikin li dijî dînê Xwedê ye. Olê Îslamê ji xwe re dikin amûr. Bi bikaranîna Îslamiyetê zilm û desthilatdariya xwe dixwazin bidin meşandinê. Bi 72 balafirên şer li Efrînê xistin, Bi balafir, tang u topan li Serêkanî û Girêspî nexistin. Bi hevaltiya Rûsyayê Efrîn talan û wêran kirin. Gelê li wê derê ji malên wan derxist û komên çete xistin wir. Ji Emerîkayê îcazet stend çû Serêkanî û Girêspî. Di dînê Xwedê de tişteke wisa nîne, çênabe.”
‘ARMANCA WAN TUNEKIRINA GELÊ KURD E’
Kadah, destnîşan kir ku dema li pratika pêxember dinêrin Sureya Fetihê ji bo sulhê çêkirinê hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dê sulhê çêkin dev ji wê derê berdin? Ji erdnîgariya Suriyê derkevin? Dê li ser pergaleke baş van mirovan li hev bînin? Na. Tenê armanceke wan heye ku girêdayî xwe li Suriyê pergalekê ava bikin. Yên ku ne girêdayî wan bin jî ji holêrakin. Quran van tiştan qebûl nake. Ev tişt derketina ji xet û rêya Xwedê ye. Têkiliya van bi Îslamiyetê hebe mirov sulhê, wekheviyê çêdike û cudatiyê naêxe navbera netew, bawerî û rengan. Mirov misilman be gereke edaletê pêk bîne. Tenê hedefa van tunekirina gelê kurd e. Ku mafê kurdan neyê dayîn, tim di bindestiyê de bin. Tu eleqeya van bi îslamiyetê tune ye. Tenê bi nav, axaftin, silogan heye, di pratîkê de îslamiyet tune ye. Xwedê jî Îslamiyeta bi pratîk ji me dixwaze. Misilman nikare tiştê xerab bike.”