ÊLIH - Ji bo valakirinê 20 roj muhlet dane gundê Şikeftan. Ji ber vê gundî hem xaniyên xwe vala dikin hem jî darên xwe yên fêkiyan dibirin.
Heta niha gelek gund û jîngeh di bin ava Bendava Ilisûyê de mane. Niha jî ji bo valakirinê 20 roj muhlet dane gundê Şikeftan. Gund, hem xaniyên xwe vala dikin hem jî darên xwe yên fêkiyan dibirin.
'NAHÊLIM DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN'
Şêniyê gund Ahmet Kandemîr, darên xwe yên fêkiyan dibire û dibêje: "Dewlet hatiye ji me re dibêje, 'Wê 20 roj şûn de xaniyê we di bin avê de bimînin. Ecele haziriyên xwe bikin.' Ji bo di bin avê de nemînin me miriyên xwe jî ji vira birin. Min ev dar bi destên xwe çandibûn, nahêlim di bin avê de bimînin. Ez ê bibim aha wî xaniyê nû yê li vê jora han. Mecbûr ez ê zivistanê bişewitînim..."
'LI ZORA MERIV DIÇE'
Kandemîr, anî ziman ku helbet zehmetek ku mirov darên bi destên xwe çandibe û paşê rabe bibire û got: "Li zora mirov diçe. Li vî gundî hin dara hene ji min mezintir in. 30 sal berê min bi destê xwe ev dar çandibûn. Ji Heskîfê heta Êlihê biçin wê ji we re behsa hejîrên vî gundî bikin. Li zor mirov diçe. Niha me li jora han xanî çê kiriye. Me cihekî biçûçik çê kiriye. Îca em ê li wir li kudeêr baxçe çê bikin. Hadê em bêjin me çê kir, wê ew dar kengî mezin bibin."