ŞENGAL - DAIŞ'ê li Şengalê fermana 73'an anî serê civaka Êzidî. Bi hezaran êzidî dîl girtin revandin. Êş û azara dîlên ji destên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin bi hevok û pêjeyan nayên vegotin. Her pênaseya janê ji bo birînên vê barbariyê kêm dibînin. Dîlên ji destê vê rûreşiya mirovahiyê hatî rizgarkirin, bi gotinekê dibêjin ku dema di destê DAÎŞ'ê debûn, bê ruh û giyan bûn, mîna cestekî bûn.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ'ê bi ser şûnwarên Şengalê de girtin û li Şengalê komkujî kirin. Bi hezaran Şengalî qetil kirin û dîl girtin. DAIŞ'ê di esaretê de barbarî û bêexlaqiya nayê aqilê mirov, bi serê van de anîn. Tecawuz, zor, tundî, êşkence, bêrûmetî, li pêş çavên wan zarok û hevjînên wan kuştin hwd li aliyekî, êş û janên ku hevok û gotinan neyê ziman re rû bi rû mane. Li bazaran wekî amûr li welat û bajaran hatine gerandin û firotin. Her roj, her kêlî bi dehan caran giyana wan hatiye lewitandin, mirine û sax bûne! Di hovîtiyê de sînor nasnekirine. Dayikên ku ji esaretê filitî wiha dibêjin; ‘…Zarokên me serjê dikirin, dipijandin û didan ber me digotin bixwin...’ Hovîtiyeke ku di ti ol, bawerî, çand û exlaqê mirovahiyê de tineyî bi serê wan de hatiye anîn!
CÎHAN LI DIJÎ TRAJEDIYA ŞENGALÊ KER Û KOR MA
Xelkê ku ji ber vê hovîtiya DAÎŞ'ê reviyayî û xwe spartî çiyayên Şengalê, bi rojan kelegerma Tebaxê, li wan çiyayan bê av, bê nan û xwarin, bi tirs û fikara kuştinê dimînin. Dinya li hemberî vê trajedî, vê şerma mirovahiyê ker û kor û lal ma. Ne zilhêzên cîhanî ku xwe weke ‘hewariyên demokrasî û azadiyan’ didin nasîn, ne hikumeta Iraqê, ne jî hikumeta Kurdistanê tiştek nakin û li vê keraseta civakî dibin temaşevan. Gotineke pêşiyan heye, dibêjin, “Wijdan avêtine ber seyê birçî, sê jî wijdan nexwariye!” Wijdana dinyayê winda bibû, qerisîbû li ber vê tabloyê. Civakek, çandek, baweriyek, erdnîgariyek li pêş çavê cîhanê bi qirkirinê maddî û manewî re dihat derbaskirin. Bi gotineke din, ‘ji binê erdê zarezara mirovan dihat’. Lê qêrînên hewarê li valehiyeke bê nirx winda dibûn, olan nedidan! Dem ne dema barbarî û hovîtiyê bû, heyam ne heyama tarî, ne heyama xelayê bû; tişta li meydanê diqewimî ne şano, ne film, ne tragedyayek bû: Ji serî heta binî rasteqîneke tehl weke jehrê bû, kujer bû, qirker bû! Civaka herî kevnar a Rojhilata Navîn Êzidî, li ber çavan dihat qirkirin û tevahiya cîhanê mîna li ber ekranê TV’ê filmekî temaşe bike, lê nihêrî!
HPG û YJA STAR JI ÇIYÊ BI HAWARÊ HATIN
PKK-KCK demildest ji raya giştî re radigihîne ku biryar daye dê gerîla bişîne hewara civaka Êzidî û heman şevê tabûrên gerîla ber bi herêmê ve dikevin tevgerê. Lê Şengal ji çiyê dûr bû. Rê tejî asteng, metirsî û kemîn bûn. Lewre hatina gerîlayên HPG-YJA-Starê ya li herêmê û destwerdana wê ya li êrîşên DAÎŞ'ê dê demek bigirta. Ji bo demek pêwîst bû ku heta gerîla xwe ji navserên çiya berde û bigihanda Şengalê. Bi sedan gerîlayên jin û mêr, di rûyê wan de wêrekî û awirên tolhildanê, li ser zimanê wan dirûşmeyên serkeftinê berê xwe didin xaka kevnar û pîroz Şengalê. Lê rewşa Şengal û Êzidiyan zêde ne baş bû. Her dem û saeta diçû, her roja diborî, metirsiyên gelek mezintir di nava xwe de mezin dikirin. Bi hezaran Êzidî, bi jin, zarok, kal û pîr, bê derfet, cil û berg, bê nan û av xwe li çiya dabûn. Çiya jî di bin dorpêç û êrîşên DAÎŞ'ê de bû. Hêj jî metirsiya komkujiyeke mezintir hebû. Civaka Êzidî bi xwe ne xwedî hêzeke parastinê bû. Civakeke bê çek û bê derfet bû. Beriya fermanê, Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo pêşamadekarî û rêxistingeriyê 12 gerîlayan bi awayekî nepenî dişîne qadê. Lê belê ji van 12 gerîlayan 3 heb ji aliyê asayîşa PDK'ê ve tên girtin û 9 gerîla tenê digihêjin qadê.
Piştî DAÎŞ li milê deştê dest bi êrîşan dike, gundewarên derdor berê xwe didin çiyê. Her 9 gerîlayên li qadê jî demildest digihên hev plansaziya xwe çêdikin. Gerîla di nav xwe de plansaziya ku dê her gerîlayeke deriyekê çiyê bigire, hem civaka berê xwe dayî çiyê biparêze, hem jî bergiriya DAÎŞ’iyan bike ku nekare bikeve çiyê û qirkirinên mezintir pêk bîne. Gerîla, beşek ciwanên Êzidî ku berê bi wan re ketî têkiliyê û rêxistin kirî jî li dora xwe kom dike û dest bi parastinê dikin. Ciwanên Êzidiyan ên xwe spartî çiya jî piştî bergirî û berxwedana gerilayan dibînin li dora wan kom dibin û xeteke berxwedanê pêk tê. Çeteyên DAÎŞ'ê bi çekên giran û weke artêşa Moxiliyan ketibûn pey nêçîrkirina Êzidiyan. Divê demildest alîkarî û hewariya leşkerî, mirovî û lojîstîkî ji herêmê re biçûya. Nexwe destê wê li ber guhê wê bû ku trajediya herî mezin a dîrokê pêk bihata.
YPG Û YPJ JI ROJAVA BI HAWARÊ HATIN Û KORÎDOR VEKIRIN
YPG-YPJ ku li xaka Rojavayê Kurdistanê, li bakur-rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê şer dikir, ji vê keraset û hovîtiyê re temaşevan namîne û destwerdana rewşê dike ku heta hêzên gerîla bigihêjin qadê. Şervanên YPG-YPJ’ê ligel ku xak û civaka wan bi xwe jî bi êrîşên DAÎŞ'ê re rû bi rû bû, Til Koçer, Cezaa û Rebîa ji destê DAÎŞ'ê rizgar dikin, sînorên Sûriye-Iraqê derbas dikin û diçin hewariya civaka Êzidî. YPG-YPJ, 5’ê Tebaxê sînor derbas dike û dikeve navçeya Rebîa ya pêşberî Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê ye. Li vê derê şerekî giran rû dide. Şerevanên YPG'ê bi giyana fedaiyane li dijî DAÎŞ'ê şer dikin û DAÎŞ'ê li Rebîayê dişkînin. Beşek pêşmergeyên YNK’ê jî ku ji herêmê venekişîbûn piştî YPG dikeve navçeyê, bi hestên Kurdistanî mil bi milê YPG'ê li dijî DAÎŞ'ê dikevin şer. Li aliyekî li navenda Rebîa şerekî giran diqewime, li aliyê dîtir hêzên YPG'ê bê sekan berê xwe didin xaka Şengalê û ji rêzê ve gundên Tawis, Qaîle û Mehmûdiye ku 15 km dûrî Rebîa ne ji DAÎŞ'ê rizgar dikin. Bi vî awayî hêzên YPG-YPJ’ê gav bi gav pêş de diçin heta ku xwe digihînin çiyayê Şengalê. Bi vî awayî korîdoreke mirovî tê vekirin ku Êzidiyên ji ber hovîtiya DAÎŞ'ê xwe spartî çiyê, ji vê korîdorê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bê kirin û pêşî li komkujiyeke mezintir bê girtin. Dema şervanên YPG-YPJ'ê digihêjên çiyayê Şengalê, mirovên ku li van çiyayan nîv mirî mayî weke ku kulîlkek bête avdan û geş bibe ji nû ve zindî dibin; lê zindîbûneke xembar li ser rûyê wan danî, geşbûneke nîvcomayî!
YBŞ BI RÊXISTIN KIRIN
Bi gihaştina şervanên YPG'ê re, gerîlayên HPG-YJA STAR’ê jî piştî şer û pevçûneke giran digihînin çiyayê Şengalê. Jixwe 9 gerilayên HPG'ê yên berê li qadê bi ciwanên Êzidî re eniya berxwedanê çêkirine. Bi gihiştina YPG û HPG'ê ya li qadê re plansazî tê kirin ku bi deh hezaran kesên ji fermanê filitî, bi awayekî ewle derbasî Rojava bê kirin. Li aliyekî şer û berxwedan tê kirin, ji aliyê dîtir alîkariya jiyanî ya demildest digihînin Êzidiyên li serê çiyê asê mayî. Li aliyê din jî gav bi gav xelkê li ser çiyê belav bûyî komî ser hev dikin û derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin. Bi hatina gerîla ya li qadê re eniya berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê mezin dibe. Gerîla 5’ê Tebaxê Milîsên Xwecihî yên xweparastinê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rêxistin dike û peywirdarî tên kirin û bi giştî ewlehiya çiyayê Şengalê tê girtin. Bi sedan, heta bi hezaran xortên Êzidî mil bi milê gerîlayên HPG'ê li dijî DAÎŞ'ê çek radikin û dest bi şer dikin. Piştî ku gel berxwedana gerîlayên HPG'ê, şervanên YPG'ê û ciwanên Êzidî ya li dijî çetayan bi çavê xwe dibîne hinek tê ser xwe û êdî bawer dike ku dê ji vê kerasetê rizgar bibe.
Xebatên derbaskirina koçberan a li Rojava tê destpêkirn. Di vê korîdora ji aliyê hêzên YPG û HPG'ê ve hatî vekirin de rêveberiya Rojava hemû derfetên xwe yên maddî, teknîkî û gihaştinê dixe dewrê. Di nava du rojan de 120 hezar kes ji çiyayê Şengalê tê tehliyekirin. Xelkê ku hatî derbaskirin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojava ve tê pêşwazîkirin û bicihkirin. Piştî pêvajoya parastina çiyayê Şengalê, tehliyekirina gel ê di çiyê de asê mayî û rêxistinkirina eniya parastinê; qonaxa têkoşîn û berxwedanê destpê dike. Meha Kanûnê ya heman salê, hêzên HPG-YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê derbên giran li DAÎŞ'ê dixin. Gundên weke Ramalla, Qedaa, Kenho yên li Başûrê Cezaa ku li ser xeta korîdora Şengal-Rojava, dîsa gundên weke Remmo, Recm Abed, Xazuga û Naiyyem ên li aliyê Iraqê diman, ji çeteyan tên rizagarkirin.
BIRYARA OPERASYONA RIZGARKIRINA ŞENGALÊ
Her ku diçe berxwedan mezintir dibe û encam tê girtin. Lewre 29’ê Cotmeha 2015’an de hemû hêzên parastina Êzidxanê gaveke dîrokî tavêjin. Bi daxuyaniyeke hevbeş, bi dirûşmeya “Fermandariya Êzidîxan a Ji Bo Rizgariya Şengalê” fermandariyeke hevpar radigihînin. 21 û 22’ê meha 12’an a sala 2014’an operasyona rizgarkirina Şengalê tê destpêkirin. Lê ji ber nakokî û lihevnekirinên di qada leşkerî de pêngav nîvco dimîne. Di vê pêngavê de gerîlayên HPG'ê, şervanên YBŞ'ê, pêşmergeyên herêma Kurdistanê cih digirin. Lê ji ber nakokiyên bi hêzên Pêşmerge re pêngav naçe serî û tê rawestin. Lewre pêşmerge li gorî hatî plansazkirin tevnagerin û hêzên xwe paşde dikêşin. Fermandariya Şengalê 12’ê Mijdara 2015’an careke dîtir mizgînî dide civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd ku ‘Operasyona Rizgarkirina Şengalê’ dane destpêkirin. Operasyon bi pêşengiya gerîla, hêzên parastina Êzidxanê, xelkê Êzidî yê li çiyayê Şengalê li ba şervanan mayî, di dorhêla xweparastinê de tevlî operasyonê dibin. Dîsa Pêşmerge jî tevlî vê operasyonê dibin. Roja ku operasyon tê destpêkirin hêzên Kurdî dikevin navenda bajarê Şengalê. Di roja duyemîn a Operasyonê de hêzên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG-YJA Starê beşeke girîng a navenda bajêr rizgar dikin û dixin destê xwe. Di destpêkê de taxên weke Berbiroj û girên ku li ser taxên rojhilatê bajêr serwer bûn tên girtin. Di van taxan de, Sûka Serî ya bajêr de şerekî gelek mezin diqewime. Piştî pêvajoyeke berxwedanê ya 11 mehan a HPG û YBŞ'ê bajarê Şengalê tê rizgarkirin. Koordînasyona Şengalê ku 14’ê Mijdara 2015’an li navenda Şengalê daxuyanî dayî, mizgîniya rizgariya Şengalê dide û li tevahî Êzidiyan, li hêzên HPG-YJA Star, YBŞ, YPJ-Şengal, HPŞ û Pêşmergeyan ku di nav operasyonê de cih girtibûn pîroz dike.
Di vê pêvajoyê de di serî de li herêma ku Korîdora mirovî hatî vekirin êrîşên mezin ên DAÎŞ'ê pêk tên û berxwedaniyeke dîrokî pêk tê. Dîsa li deverên weke Solaxê, Herdan, li Barêya Jorîn û Jêrîn, Skêniyê, Geliyê Şehîdan, Geliyê Şilo, Cidalê, Gabara û her çar aliyê çiyê êrîşên çeteyan pêk tên û li beranberê vê hêzên parastina Êzidxanê bi tevkariya HPG'ê berxwedaniyeke mezin pêk tê, êrîş tên şkandin. Piştî vê pêvajoyê meha 10’emîn bi armanca ku êdî YBŞ li herêmê rêkûpêkî û yekrêziya xwe çêbike bi pêşengiya fermandarê YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan (Ednan Silêman) ku 24 01 2015 di êrîşeke DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dide, civînek tê lidarxistin. Di vê civînê de Meclîseke Leşkerî ya Şengalê tê avakirin. Piştî vê civînê YBŞ dibe hêzeke xweser û di rêza yekemîn de li Êzidxanê xwedî erk û berpirsyarî. Her wiha 5’ê Hezîrana 2015’an komeke jinên Êzidî bi civivînekê Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ava dikin. YJŞ tevlî hemû pêngavên rizgarkirina Şengal û gundewarên wê dibe. 12-13 Sibata 2016’an bi konferansekê YJŞ, ji nû ve xwe vesaz dike û bi formateke nû di nava xebatên ewlehiya Şengalê de cihê xwe digire.
BIRYARÊN KONFERANSÊ
20'ê Kanûna 2014’an di dorhêla duyemîn pêngava rizgarkirina gundewarên Şengalê de komalgehên weke Dihola, Sinûnê, Dugur, Xanesor bi pêngaveke berfireh tên rizgarkirin. Bi dewamiya wê re 20 02 2015 pêngava rizgarkirina gundewarên derdorê li herêmên Xanesor, Barê, Çiyayê Kolîk, tê destpêkirin. Di vê pêngavê de gundên Serhedok, Faw Zeko, Hesawî tên rizgarkirin. Di vê pêngavê de hejmareke zêde ya DAÎŞ’iyan tê kuştin û gelek çek û cebilxane tê bidestxistin. 16 Adara 2015’an YBŞ-YJŞ konferanseke berfireh pêk tîne û di vê konferansê de sê biryarên sereke tên girin:
1- Rizgarkirina keç, jin û zarokên Êzidî yên di destê DAÎŞ'ê de.
2- Bi giştî ji DAÎŞ'ê paqijkirina xaka Êzidxanê.
3- Mezinkirina hêzên YBŞ-YJŞ’ê.
Dawiya sala 2015’an, destpêka sala 2016’an ji bo Çiyayê Kolik ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin, operasyonek tê destpêkirin. Di çiya de hejmareke zêde ya çeteyan heye. Çiya tê rizgarkirin û gelek çete tên kuştin.
Hêzên Kurd ne tenê Şengalê rizgar dikin, bi heman awayî tevlî operasyona rizgarkirina Musilê jî dibin. YBŞ-YJŞ di dorhêla operasyona paqijkirina derdora Musilê de bi hêzeke 1500 şervanî, dikeve tevgerê û xeta rê ya 47’emîn ku diçe Musilê ji çeteyan paqij dikin û riya ji Şengalê diçe Tel Afer û ji wir jî diçe Musilê hatiye paqijkirin û vekirin. YBŞ û YJŞ ne tenê li Şengal û Mûsilê, li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo heyf û tola keç û jinên Êzidî tevlî operasyonên rizgarkirinê dibe. Di serî de li Minbic û Reqayê di eniyên pêş de tevlî pêngavê dibin.
MA / Mem Avba