STENBOL - Midûrê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglu di saetên serê sibê de li mala xwe hat binçavkirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala Midûrê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglu ya li Stenbolê de girt û li malê binçav kirin. Hat diyar kirin ku polîsan ji ber nûçeya 'Dîmenê cenaze Şehîdê Lîbya yê endamê MÎT'ê gihişt Odatv' polîsan bi ser mala Terkoglu de girtiye û li malê binçav kirine. Têkildarî mijarê Rojnameger Bariş Pehlivan li ser hesabê twîtterê diyar kir ku Terkoglu di saetên serê sibê de hatiye binçavkirin. Terkoglu birin Midûriyeta Polisan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.