ENQERE - Malbata Aysel Koç a li Girtîgha Jinan a Sîncanê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê keça xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê wergertin.
Aysel Koç a ji doza Partiya Maoîst Komunîst (MKP) cezayê muebeta giran lê hatibû birin, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jiyana xwe ji dest da. Malbat, piştî otopsiyê, cenazeyê keça xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê wergirtin. Parlamenterên DHP'ê Dîlşad Canbaz Kaya, rêvberên HDP'ê yên Enqereyê û yên ÎHD'ê jî li gel malbatê cih girtin. Hat diyar kirin ku dê cenaze bi balafirê bibin Stenbolê. Birayê Ayselê Gungor Koç, diyar kiribû ku wê cenaze bibin Cemxaneya Gazî ya Stenbolê û wê li Goristana Gaziyê defin bikin.