STENBOL - Nûçegîhanê ajansa me Îdrîs Sayilgan ê ji bo nûçeyên penaberên li ser sînorê Edîrneyê bişopîne li Edîrneyê hatibû binçavkirin û girtin, li ser îtîrazê hat berdan.
Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya ji bo rewşa penaberên li ser sînorê Edîrneyê bişopînin çûbûn Edîrneyê û di 29'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin. Sayilgan di 2'ê Adarê de dema sewqî dadgehê kiribûn hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Nacî Kaya jî li gel biryara dadgehê ya berdanê, hêj di bin çavan de tê girtin. Li ser îtîraza parêzeran Sayilgan hat berdan. Parêzeran li Dadgeha Erziromê îtîraz kirin û heyeta dadgehê der barê Îdrîs Sayilgan de biryara berdanê da. Piştî biryarê Sayilgan dê di saetên pêş de ji girtîgehê derkeve.