STENBOL - ÎHD'ê û Înîsiyatifa Em Dixwazin bi Hevre Bijîn, têkildarî rewşa penaberan daxuyanî dan û diyar kirin ku li Tirkiye qeyrana mirovî heye. ÎHD'ê û Înîsiyatifê anîn ziman ku Tirkiye û Ewropa li dijî penaberan sûc dikin û xwestin hemû sazî derî û sînorên xwe li penaberan vekin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê û Înîsiyatifa Em Dixwazin bi Hevre Bijîn, bi boneya balê bikişînin ser rewşa penaberên li sînorê Edîrneyê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civina çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê saziyan Endama Înîsiyatifê Başak Kocadost daxuyanî xwend. Kocadost, anî ziman ku bi êrîşên li dijî Idlibê rê Tirkiye ket rewşek pir xerab û wiha got: "Ev şer dê qeyrana mirovî ya li Sûrî bêtir kûr bike. Piştî şer zêde bû, kesên birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibin. Niha li ser sînorê Tirkiyeyê bi sed hezaran penaber kom bûne. Ev penaberên li ser sînor di nava şertên pir dijwar de dijîn. Ev felaketa li ser sînor ji aliyê îqtîdarê û medya serdest ve nayê dîtin. Dixwazin ser vê rastiyê bigirin."
TIRKIYE Û EWROPA SÛC DIKE
Kocadost, anî ziman ku piştî Tirkiye diyar kir ku derî vekiriye ji çar aliyên Tirkiye penaber şandin ser sînor penaberan berê xwe dan ser sinor û wiha got: "Qanalên televizyonan ên alîgir jî rewşa penaberan kir mijara propagandayê û jiyana penaberan xist talûkeyê. Li hemberî vê rewşê Tirkiye û welatên Ewropa sûc dikin. Li pêş deriyên sînor ên Îpsala û Pazarkule yên Edîrneyê zarok, jin, kal, pîr, kesên astengdar jî di navde mirov kom bûne. Zarokên şîr nikarin şîr û xwarinê bixwin. Di sermaya dijwar a zivistanê de rojên pir zor û zahmet derbas dikin. Jiyana mirovan dikin mijara bazarê. Ev li dijî sinc û nirxên mirovahiyê ye. Tirkiye peymana navdewletî binpê dike. Suc dike. Ewropa sûc dike.
800 HEZAR KESAN KOÇ KIR
Kocadost, destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY), rojên borî raporek amade kir û wiha got: "Li gorî raporê, di navbera 1'ê Kanûn û 12'ê Sibatê de ji sedî 60 zarok zêdeyî 800 hezar mirov mal û warên xwe terk kirin û koç kirin. Ji sedî 81’'ê kesên koç kirine jin û zarok in. Di vê dîrokê de nêzî 550 hezar kesên sivîl ên koç kirine, çûne herêmên din ên Idlibê. 250 hezar kesên din ên koç kirine jî koçî Efrîn, Cinderes, Al Bab, Azez û herêmên din kirine. Tenê di 9-12'ê sibatê de 140 hezar kesan ji cih û warên xwe koç kirin. Ji sedî 17’ê wan li kampan ban. Ji sedî 12’ê wan jî di çadirên tekakesî de ji sedî 15 jî di înşaetan de dimînin. 82 hezar kes li derve di bin daran de dijîn.
HEZAR Û 710 SIVÎL HATIN KUŞTIN
Kocadost, anî ziman ku di mehên dawî de piştî şer dijwar bû, hêjmara sivîlên ku hatin kuştin zêde bûn û wiha got: "Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di navbera 29'ê Nîsana 2019-10'ê Sibata 2020'an de li Idlib, Hama û Halepê ji berh şer Hezar û 710 sivîl hatine kuştin. Li gorî raporê kesên hatine kuştin jê 337’ jin 503 jî zarok in.
Kocadost, xwest ev qeyrana mirovî bi dawî bibe û wiha dawî li ev daxwaz anîn ziman:
* Divê bi lez şerê li Sûriye raweste. Divê hêzên derve axa Sûriyeyê terk bikin. Divê şert û mercên ku Sûriye karibe pêşerojek azad ji gelê xwe re veke bê avakirin.
* Divê ji bo penaberên ku ji Sûriye ji ber şer reviyan û hatin Tirkiyeyê, derî li wan bê vekerin. Divê hurmet ji mafê jiyanê yê penaberan re bê nîşandan.
* Divê Tirkiye sînorê daniye ser peymana Cenevre rake. Divê statuya penaberan bidne hemû kesên ji zilmê direvin.
* Divê welatên Ewropa dest ji politîkayên ku Tirkiye dikin nobedarê sînor berdin. Divê deriyên xwe li penaberan vekin.
* Divê Yekîtiya Ewropa û Tirkiye peymana vegerê betal bikin.
* Divê hikûmet penaberan nekin mijara bazarê.
* Divê hemû mafê penaberan ê xwarin, vexwarin, starî û parastinê bê dayîn. Dîsa divê mafê perwerdehî û tenduristiyê bê parastin.
* Tu kes ji keyfî koç nakin. divê hemû sînor bên vekirin."