STENBOL – Serokatiya Karên Diyanetê ji bo operasyona leşkerî ya Sûriyê, Sûreya Fetîhê li mizgeftan da xwendin û ev yek rastî nerazîbûnan tê. Îlahiyetnas Îhsan Elîaçik diyanet kirinên dewletê rewa dike û di warê dînî de ev fetwa ne xwedî tu qîmetê ne.
Piştî leşkerên Tirkiyê li Idlibê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatin kuştin, Tirkiyê bi navê “Mertala Biharê” da destpêkirin. Roja operasyonê dest pê kir Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş bang kir ku mizgeftan hemû Sûreya Fetîhê were xwendin.
Li ser banga serokê diyanete li mizgeftan Sûreya Fetîhê hat xwendin. Ev xwendin rastî nerazîbûnan tê. Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik xwendina Sûreya Fetîhê nirxand û rexne kir.
Elîaçik da zanîn ku Sûreya Fetîhê dema Peymana Hudeybiye hatiye û maneya peyva fetîh jî tê wateya “derî vekirinê.” Elîaçik got: “Yanî dikarim wisa bêjim maneya fetîhê nayê maneya dagirkirin û bidestxistina cihekî. Berevajî vê maneya wê diyalog û vekirina derî. Çimkî di qûrana pîroz de ji Peymana Hudeybiye re gotiye fetîh hatiye gotin. Yanî fetîh tê maneya bêdengkirina çekan û bidawîkirina şer e.”
‘DIYANET BI DEVÊ DEWLETÊ KAR DIKE’
Elîaçik destnîşan kir ku Serokatiya Karên Diyanetê ji bo kirinên dewletê meşru bike vê peyvîrê daye ser milê xwe û got: “Serê dewletê biryarekê dide û pişt re jî diyanet dibêje ‘ev caîz e’ û fetwayê dide. Ji ber vê yekê armanca Diyanetê ne ew e rastî û rêgezên îslamiyetê ji xelkê re bêje. Berevajî vê yekê li gel dewletê bikaranîna dîn e. Dixwaze pêşî lê vebike ku dewlet dîn bikar bîne.”
‘ÇI KARÊ WE LI WIR HEYE?’
Elîaçik hebûna Tirkiyê ya li Idlibê jî rexne kir û got: “Hûn li Idlibê çi dikin? Hûn piştevaniyê didin kî? Çima hûn tên kuştin. Ev operasyona tê kirin ne li gorî statûya navnetewî ye. Li dijî rêgezên navnetewî tê kirin. Ew der welatê misilmanan e û mezlûm li wir dijîn. Heke hûn bêjin ‘ez diçim wan biparêzim’, lê li her devera dinyayê bindest û mezlûm hene. Wê demê eskeran bişînin gel hemû bindestên cîhanê û bila wan biparêz in. Divê Tirkiye demildest ji Sûriyê vekişe û were li cihê xwe rûnê.”
MA / Tolga Guney