ŞIRNEX - Li şaredariyên navçeyên Cizîr, Hezex û Nisêbînê yên qeyûm tayînê wan hatin kirin, dest nehat dayîn ku endamên meclîsê yên HDP’î bikevin avahiya şaredariyê.
Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şaredariyên navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê û navçeya Nisêbîn a Mêrdînê yên qeyûm tayînê wan hatin kirin, ji bo civîna mehane ya meclîsa şaredariyê roja Duşemê li ber avahiya şaredariyê kom bûn û xwestin bikevin avahiyê. Lê li her sê navçeyan jî, polîsan destûr nedan ku endamên meclîsê bikin avahiya şaredariyan. Polîsan, bi hinceta “Serokê şaredariyê (qayûm) hûn dawet nekirin” endamên meclîsê negirtin şaredariyê.
Endamên Meclîsê yên şaredariyan, li ser vê yekê li Miduriyeta Karê Nivîsê, girteka ku ne girtinê civînê girtin.