ÎZMÎR - Komeleya Pira Gelan, ji bo piştevaniya penaberên ku li Deriyê Sînor ê Kapıkûleyê rawestiyane, derket rê.
Tirkiyeyê, piştî êrîşa hewayî ya ku li Idlibê li dijî leşkerên tirk pêk hat, ji bo çûyîna penaberan a Ewropayê sînoran vekir û astengiyên li pêşiya derbasbûna penaberan ji holê rakir. Li ser vê yekê bi deh hezaran penaber ji bo derasbûna welatên Ewropayê çûn Deriyê Sînor ê Kapikûleyê yê Edîrneyê. Penaberên ku ji aliyê Yewnanistanê ve destûr nayê dayîn ku derbas bibin, rastî mudaxaleya bombeyên gazê tên. Penaber di navbera her du sînoran de asê mane û rawestiyane.
Komeleya Pira Gelan, peyama piştvaniya bi penaberan re weşand. Di daxuyaniya nivîskî de ji bo penaberan ev tişt hat gotin: "Her roja ku derbas dibe em ji bo penaberan rewşeke giran dijîn. Weke pir, me biryar girt ku roja şemiyê biçin Edîrneyê. Piştevanî camêriya bindestan e."
Komeleyê ji bo penaberan lîsteyeke pêwîstiyan jî ragihand û li gorî vê yekê pêwistîyên mîna potên zarokan, şîr, xwarina zarokan, biskuvî, kemnikên şil, potên ber jinan û konserveyan ji bo penaberan hene. Kesên ku bixwazin ji bo piştevaniya penaberan pere razînin hesabê pirê, dikarin pere razînin vî hesabî: Bankaya Zîraatê (Zîraat Bankasi) IBAN: TR470001002152777659055001 Navê Şaxê (Şûbe Adi): 2152- Kolana Tûzyayê Çîglî (Tuzla Caddesi Çiğli) Nimreya Hesab (Hesap No): 2152777659055001.