WAN - Metîn Aktin ê li Tirtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê girtiye, diyar kir ku ev du mehin di hucreya yek kesî de tê girtin û ji ber vê yekê 20 rojin grev birçîbûnê deye.
Girtî û hikumxwarên li 3 girtîgehên cuda yên li Deryaya Reş dimînin, bi nameyên dişînin balê dikişînin ser binpêkirinên mafan ên tên jiyîn. Girtiyên li girtîgehên Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa L a Kalkandere ya Rîze û Tîpa L a Giresûnê dimînin, binameyên şandin behsa pêkanînê li girtîgehan kirin.
20 ROJIN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEYE
Metîn Aktin ê li Girtîgeha Tîpa T a Beşikduzu ya Trabzonê dimîne, di nameya şand de, diyar kir ku ev du mehin di hucreya yek kesî de tê girtin. Aktin, di nameya şand de wiha qala binpêkirinên mafan kir: “Ligel ku tu cezayê min ê dîsîplînê tuneye jî, min di hucreya yek kesî de digirin. Min jî bertek nîşanî vê yekê da û di 13’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kir. Ez dixwazin min bibin gel hevalên min ê qawîşê. Heya ku ev pêk were, ezê çalakiya xwe dewam bikim.”
BI ZORÊ KINCÊN GIRTIYAN JI WAN DIKIN
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîze dimînin jî, dan zanîn ku hemû girtiyên sewqî vê girtîgehê tên kirin, di lêgerîna tazîre derbas kirin û got: “Girtiyên vê pêkanînê qebûl nakin jî, rastî lêdanê tên û bi zorê kincên wan ji wan dixin.”
Ji van girtiyan Kemal Yîgît û Mûrat Bakûdan, di nameya şandin de wiha got: “Ji ber ku me lêgerîna tazî qebûl nekir, em derp kirin. Bi awayekê keyfî sewqa girtiyên nexweş nakin û dema dikin jî 8 meh şûnde dikin. Dîsa muayeneya bi kelepçekirî ferzî girtiyan dikin. Ji ber vê yekê girtî nayin dermankirin.”
MEHMET REŞÎT 60 ROJIN DI HUCRÊDEYE
Mehmet Reşît ê ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Giresûnê bû jî, di nameya nivîsandibû de, ev agahî dan: “Ligel ku derbarê min ce tu cezayekê dîsîplînê tuneye jî, 60 rojin min di hucreya yek kesî de digirin. Di qawîşên 8 kesî de, 24 kes dimînin. Dema me dibin nexweşxanê, me û girtiyên DAIŞ’î dixwin heman odeyê de. Ji ber vê nîqaş di navbera me de derdikeve.”
Her wiha girtiyan diyar kirin ku li van 3 girtîgehan tiştên di kantînan de tên firotin jî, bi bihayek pir giran tên firotin.