WAN - Malbata Acar ku li gundê Qiratî yê Elbakê mala wan di erdhejê de hilweşiya, li ber mala xwe ya hilweşiyayî, avê germ kiriye û di bin berf û sermayê piştî çend rojan serê zarokên xwe dişo.
Welatiyên ku li gundê Qiratî yê navçeya Elbakê ya Wanê ku di erdhejê de hilweşiyabû, di bin konan de dijîn, pirsgirêka wan a herî mezin nebersivandina pêwîstiya wan a serşûştinê ye. Malbat, dibêjin ku bi rojan e jin û zarokan serê xwe neşûştine. Malbat Acar ku 6 zarokên wan hene, piştî bi rojan amedakariya serşûştina zarokên xwe dike.
Dayika zarokan, li ber mala xwe ya ku hilweşiyaye, avê germ dike û bi dorê serê zarokên xwe dişo. Zarokên ku serşûştinê dibihîzin, direvin deverên cûda û dayika wan, wan diqefile û yek bi yek tînê cihê serşûştinê. Serşûştina di bin berf û sermayê de hin deman ji bo zarokan dibe cihê kêfxweşiyê lê sermaya digirin dibe agahiyê destpêkê ya nexweşiyên pêşerojê. Zarokên ku di di bin berfê de serê xwe dişon, dayika wan piştî ku wan ziwa dike dibe li cem sobaya ku diş binî kon de dadayiye dide rûniştandin.
Ji zarokan Alîcan, li gel sermayê jî ji ber ku piştî bi rojan serê xwe dişo, dibêje ku serşûştin xweş e. Du daxwazên Alîcan hene; konekî mezin ku karibin têde serê xwe bişon û ji bo sewalên wan qadên xwedîkirinê.